3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist

DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê bi 7 zimanan komcivîna xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got: "Em kurd dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî."

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de rojev nirxand. Bakirhan, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê nirxandina xwe bi kurdî kir.

Bakirhan ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir, wiha got: “Zimanê me ne tenê çermê me ye, rûh û canê me ye. Hevalên hêja, îro li tevahiya cîhanê nêzîkî heft hezar ziman tên axaftin. Ji van zimanan ji sedî nod, ji ber dewletên nijadperest û polîtîkayên asîmîlasyonê winda bune. Li Tirkiyê, sed sal berê nêzîkî 20 ziman dihatin axaftin. Îro nêzikî 18 ziman winda bûne. Nivîskarekî me dibêje, ‘Zimanê min weke çermê laşê min e, zimanên biyanî jî weke cil û bergên min e. Gava ez bixwazim dikarim cilên xwe biguherînim lê ez nikarim çermê xwe biguherînim!’ Em jî dibên zimanê me ne tenê çermê me ye, rûh û canê me ye.

Kedkar û xebatkarên kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin

Mêvanên ezîz; gelek nivîskar û zanyarên kurdan xizmeteke mezin ji bo zimanê kurdî kirin e. Baba Tahirê Ûryan, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan, Apê Musa, Ferhat Kûrtay, Mehmed Ûzûn û gelek kedkarên zimanê kurdî, di dil û zimanê me da ne. Em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Eyşê Şan di straneke xwe de wiha dibêje; zimanê kurdî zimanê me ye, zimanê kurdî ew taca me ye, şêrîn û xweş ê ber dilê me ye… Bi vê wesileyê ez Eyşe Şanê jî bi rêzdarî bîr tînim.”

Bi polîtîkayên pişaftinêç êrîşî zimanan kirin

Bakirhan da zanîn ku roja dewleta tirk hatiye ava kirin û heta îro zext û zordarî li ser zimanê kurdî xelas nebûne û wiha berdewam kir: “Zimanê lazî, rûmî, sûryanî, çerkezî û gelek zimanên vê axê ji holê rakirin. Di sed salan da ev welat kirin goristana çand û zimanan. Me bi hezaran qaset û pirtûkên kurdî di bin axê de veşartin. Zordariya bi hemû awayî li ser kurdî hat meşandin. Li ser dîwarên zindanan dirûşma ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ dihate nivîsîn. Îro li ev nivîs li ser dîwarên dibistanan tê nivîsandin. Lê belê zimanê kurdî li dijî vê pişaftinê li ber xwe da û heta îro hat.

AKP dixwaze kurdiyeke bê kurd ava bike

Roja AKP bû desthilat û heta îro dixwazin kurdolojiyeke alternatif ava bikin. Li zanîngehan beşa zimanê kurdî vekirin. Xwendekaran ev zanîngeh xelas kirin lê nehiştin ku mamostetiyê bikin, an ku tayîn nekirin. Dersên bijare destpêkirin, televîziyonek bi navê TRT Şeş ava kirin, sibe heta êvarê bi zimanê me heqeretê li me dikin. Dixwazin kurdiyeke bêkurd ava bikin. Dibêjin hûn li gorî me kurdî biaxivin. Naxwazin em bi zimanê xwe derd û kulê xwe, hesret û hezkirina xwe, çîroka xwe bînin ziman.

Pergala qeyûman neyarê zimana ye

Bakirhan, bal kişand ser qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Darbeye Qeyyûman, êrîşên li ser zimanê kurdî girantir bûn. Gelek rojname, televîzyonên kurdî, ajans, kovar, radyo, weşanxane û gelek dibistanên zarokan hatin girtin. Piştî qayyuman dest danîn ser şaredariyên me, ewilî êrişî saziyên zimanê kurdî kirin. Saziyên wek Kurdî-Der û Enstitûya Kurdî ku di salên nodan de jî nehatibûn girtin bi destê AKP’ê û MHP’ê hatin girtin. We dît, li Stênbolê li balafirgehê dayikek me ji ber ku tirkî nizanîbû 2-3 saet li ber derî ma. Navê Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navdarên kedkarên zimanê kurdî ji tabelayan û ji kolanan derxistin. Navên nijadperestên xwe danîn ser kolan û saziyên gel. Qeyyum dijminê zimanê kurdî ye! Em ê van qeyûman ji welatê xwe bişînin. Erdogan dibêje ‘Li dijî bişaftinê heke her zarok zimanê dayika xwe bizanibe’. Dema ku kurd dibêjin, zimanê me, ew dibêjin hûn terorîst in. Li meclisê hevalên me dema kurdî diaxivin weke ‘zimanê nayê zanîn’ an jî ‘zimanê nayê fêmkirin’ tê qeydkirin.

Hûn zimanê me nas nekin em jî we nas nakin

Zimanê me ne zimanekî ‘nayê zanîn û nayê fêmkirine’. Zimanê me zimanê kurdi ye û bi hezaran salan e li ser vê axe tê axaftin û zimanekî qedîm û nemir e. Ev ziman rûmeta me ye, hebûna me ye. Helbestvanekî kurd dibêje: ‘Tu min nas nekî, tu kes jî te nas nake!’ Em jî dibêjin: Hûn me nas nekin, hûn zimanê me nas nekin; Em jî we nas nakin!

Em ê dîsa pirzimaniyê esas bigirin

Hevalno, pêwîste em li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin, qîmetê bidin zimanê xwe. Divê em zimanê xwe wekî hebûna xwe bibînin. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Piştî me şaraderiyên xwe ji qeyûman standin em ê  dîsa pirzimaniyê pêk bînin. Zimanê me xeta me ya sor e. Çanda şaredariyên pirzimanî em ê li hemû deran belav bikin. Soza me ye! Van zaliman çi xera kiribin, em ê baştir çêkin. Qurs û kreşên zimanê kurdî em ê vekin. Navên xwe dîsa deynin ser kolanên xwe.

Em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî

Em li dijî dersên bijarte nînin. Lê di sedsala 21’an de mirov ji vê niqaşê fedî dike. Dixwazin siyaseta ‘Çavên li deriyan xwelî li seriyan’ pêk bînin. Em eşkere dibêjin: Bi gulekê bihar nayê! Em eşkere dibêjin: Mafê ziman mafekî sereke ye. Em kurd dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî.

Derman em in

Gotinek me he ye, dibêje: ‘Birîna xwe bi destê xwe derman bike.’ Derman ne AKP ye! ne desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Derman em in, Derman hêza me ye! Derman hûn in. Bila herkes bizanibe: Kesên zimanên gelan qedexe dikin, heft salan biçin seferê wê dîsa werin wek nezanên berê.”

Bakirhan axaftina xwe bi vê helbesta Seydayê Cegerxwîn bi dawî kir:

“Ez xum xuma avên çeman

Ez çerx û govend û sema,

Tînim di nav kat û lema,

jîn im, hebûn im, tevger im…”

Bi suryankî, ereb, gurcî, lazkî û ermenkî

Piştî Bakirhan parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan bi suryankî beşdarvan silavkirin û axaftineke kurt kir. Dû re parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî bi zaravayê kirmançkî yê kurdî axaftinek kurd kir û destnîşan kir ku heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têbikoşin. Pişt re Bereket Kar bi erebî, Zeynep Bayram bi gurcî û lazkî û Mûrat Mihçi jî bi ermenkî beşdarvan silav kirin û axaftinên kurt kirin.