18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem û demsala zirtên hilbijartinê

Li Tirkiyeyê pergala hilbijartinê wekî çerxa zirtekan a zirt û pirtan digere. Dema pêvajoya hilbijartinê tê zirt û pirt jî pêre tên. Yanî êdî dem û demsala zirt û pirtên hilbijartinê hatin. Ji vî alî ve Tirkiye welatê zirt û zirtkeran, pergala zirt û zirtekan, mala zirt û zirtoleyan, axa zirt û zir zirtekan û bihuşta zirt û mirtan e. Zirtek, zirtker, zirtole û zirtepozên hilbijartinan jî herdem di van pêvajoyan de bi rola xwe ya zirtek radibin. Erka wan a sereke zirt in, tenê zirtan dikin û dixwazin her kes jî ji zirtên wan bawer bikin. Kesên behsa wan tê kirin zirtekên pergalê ne.

Zirtek bi zirtên xwe, pirtek jî bi pirtên xwe nobedariya pergal û dewletê dikin. Dixwazin bi zirtan artêşa zirtekan saz û vesaz bikin. Hikm û hunera ku dikin tev jî ji bo çîna sermayedar û elîta tirk e. Ji bo berjewendiyên çîn û nijada xwe dikarin zirtxaneyan vekin û tê de artêşa zirtek û zirtoleyan perwerde bikin û dikin jî.

Artêşa zirtekan

Berya hilbijartinê zirt û zirtekên hilbijartinê tên zelalkirin. Destpêkê konsepta zirtan tê diyarkirin, paşê jî li gor vê konseptê artêşa zirtekan tê amadekirin. Al, alav û amûrên wan ên zirtan jî bi giranî medyaya dijîtal û medyaya dewletê ye. Twîtir, Facebook, Instagram, TîkTok, Clubhouse, WhatsApp, Telegram û hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên dewletê û hwd. di xizmeta artêşa zirtekan de ne. Lê divê bê zanîn ku tevî amûrên ragihandinê jî nikarin civakê ber bi zirtên xwe ve kaş bikin. Ji ber vê yekê kesên navdar jî dixin dewrê û wan jî dikin zirtek. Werhasil artêşa sivîl û leşkerî jî dikin xizmeta artêşa zirtekan û fermana zirt û pirtan li wan radikin. Tevî van jî heke pêdiviyên artêşa zirtekan hebin ji aliyê navendekê ve tên peydakirin û amadekirin.

Serekzirtek û artêşzirtek

Di pêvajoya hilbijartinê de serekzirtek çi zirtan bike, artêşa wî ya zirtek jî di çarçoveya wan zirtan de dikeve nava liv û tevgerê. Serekzirtek bibêje zirt, artêşa wî dibêje pirt, na heke bibêje pirt, artêşa wî dibêje tirt. Di pêvajoya hilbijartinê de ev seremonî heta dawiya hilbijartinê didome.

Pêvajoya hilbijartinê di heman demê de pêvajoya zirt û pirtan e. Di pêvajoya zirt û pirtan de artêşa zirtan divê serekzirtekê xwe baş bişopîne û zirt û pirtên wî hertim dubare bike. Heke wisa neke, serekzirtek nan û avê nade artêşa zirtekan. Zirt û zirtmancî; serekzirtek çi bibêje artêşa wî ya zirtan jî mecbûre wê bibêje û bike.

Zirtencam

Weke zirtencam; vir, zirt, fort/fortek, zirtek, zirtok, zirtole, zirtonek û zirtker û hwd. di kurdiya me kurdan de dewlemendiya zimanê me nîşan didin.

Îcar serekzirtek û zirtekên wî dê di pêvajoya hilbijartinê de hewl bidin ku hemû der, dever û qadan bikin qadên zirtan. Dê hewl bidin ku hemû platformên medyaya dijîtal û sazî û dezgehên dewletê  bikin zirtxane. Belê ew bi vî awayî peywira xwe ya zirtan pêk tînin. Lê divê azadîxwaz û civak jî li dijî van zirt û zirtxaneyan hişyar û baldar bin. Lewra zirt û zirtxaneyên zirtekan timî bêbinî ne, aşê wan bi zirtan digere.

 Bimre Zirto, bijî Rasto!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê