17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema hilbijartinên serokatiya Rûsyayê hate destnîşankirin

Li gorî RIA Novosti ya Rûsyayê, Meclisa Yekitiya Rûsyayê di civîna xwe ya giştî de biryar da ku hilbijartinên serokatiyê di 17′ê Adara 2024′an de li dar dikeve.

Meclisa Yekitiya Rûsyayê li ser hilbijartinên serokatiyê di 17′ê Adara 2024′an de erê kir.

Ev biryar ji dîroka hatiye belavkirin ve dikeve pratîkê û biryar bi giştî bû. 162 endamên meclisê dengê xwe li ser biryarê da.

Seroka meclisê Valentina Matvienko got biryar destûrê dide ku hemleyên hilbijartinê dest pê bikin.

Valentina Matvienko got pêwîst e beriya 12′yê Kanûnê biryar der barê hilbijartinên serokatiyê li herêmên nû ku (Rûsyayê ji Ukraynayê tev li xaka xwe kirine), bê dayîn.

Valentina Matvienko anî ziman ku dê komîteya navendî projeya dengdayîna li ser hilbijartinên serokatiyê di nava 3 rojan de lêkolîn bike.

Li gorî Associated Press, serok Vladimîr Pûtîn (71) niyeta xwe ya careke din bibe namzet ranegihand, lê çaverê ye di çend rojên din de namzetiya xwe ragihîne.

Di Mijdarê de Reutersê ku agahiyên xwe dispêre 6 çavkaniyan ragihandibû ku Pûtîn biryar daye ku careke din ji bo hilbijartinan namzetiya xwe pêşkêş bike.

Li gorî guhartinên destûrê yên dawîn ku Rûsyayê biryara wê di 2020′an de dabû, ji mafê Pûtîn tenê 2 caran namzetiya xwe pêşkêş bike, her yek jî 6 sal in.

Hilbijartinên Adara 2024′an dê rê li ber Pûtîn veke ku herî kêm heta 2023′yan serokê Rûsyayê be.