17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dema leşker zêde tên kuştin, cerdevanan didin pêş’

Dewleta tirk ji 17’ê nîsanê ve êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike. Ligel hevkariya hêzên hegemonîk û PDK’ê jî dewleta tirk tu pêşketinê bi dest naxe. Cerdevanekî ku ji ser sînor vegeriya û navê xwe neda axivî û diyar kir ku dema hejmara leşkerên di şer de tên kuştinê zêde dibe cerdevanan didin pêş.

Cerdevanên ku ji Şirnex û navçeyên wê tînin, li gundê Xabûr-2’yê Qilabanê dicivin. Cerdevanên ku ji vir vediguhezin qada êrîşê, bûyerên ku li ser xeta sînor qewimîn vegotin. Cerdevanekî diyar kir ku wan bi komên ji 20 kesan pêk tên dibin qada êrîşê û di van rojên dawî de li herêma Beloleyê hêz tên taqwiyekirin.

Cerdevan anî ziman ku pirsgirêkên derûnî ên leşkerên li ser xeta sînor kûr bûne û wiha got: “Herî dawiyê li herêma Şêranê di navbera komek cerdevan û leşkeran de nîqaş derket. Dixwastin me bidin pêş.  Lê  em neçûn û me ret kir. Li ser vê yekê em bi leşkeran re ketin nav nîqaşan. Ji me re gotin ‘ger ku hûn naçin vegerin malên xwe.’ Piştre ew pêş ve çûn. Leşker 50 metre pêş de çûn û piştre bombe teqiya. Di teqinî de 5 leşker hatin kuştin. Piştre roketek hat avêtin û di encama vê roketê de jî 11 leşker birîndar bûn.”

Cerdevan got ku ‘Tîma Al’ ya ku cerdevanên hilbijartî di nav de ne, bi leşkeran re tevdigerin û wiha domand: “Wan ji me cuda digirin. Dixwazin me bidin pêş. Her cara ku leşker tên kuştin bi ser me de diqîrin. Gelek leşker tên kuştin. Ji ber vê herî zêde cerdevanan didin pêş.”

Çavkanî; JINNEWS