3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demirtaş di Doza Kobanê de got: Çi bû ku Erdogan fikra xwe guhert

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axaftinên Erdogan ên piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê ku digot; “Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn” bi bîr xist û got: “Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?”

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin berdewam kir.

Danişîna dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Hinek girtiyên siyasî li eywana danişînê amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir û bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.

Demîrtaş, diyar kir ku hilbijartina hezîrana 2015’an hilbijartina herî krîtîk a Tirkiyeyê bû û wiha got: “Di serî de kurdên ku di tevahiya dîroka komarê de tune hatine hesibandin, hemû nasname û baweriyên cuda li derveyî bîrdoziya fermî ya dewletê xwe birêxistin kirin. HDP’ê ji sedî 13,2 deng stand, kete parlamentoyê û nehişt îktîdar piraniya meclisê bi dest bixe.

Wê demê ji bo lihevkirineke nû ya siyasî ya Tirkiyeyê derfet çêbûn. Ez ê hêj jî vebêjim bê ka çima li hemberî xeta ku hemû lihevkirinên civakî û aştiyê diparêze ev xeta neteweperest-olperest a AKP-MHP’ê hate avakirin. Ji ber ku îktîdar mudaxileyî dozê dike.

HDP’ê piştgirî da pêvajoya çareseriyê

Çalakiyên grevên birçîbûnên sala 2012’an piştî nameya birêz Ocalan bi dawî bûn. Piştre jî ‘Pêvajoya çareseriyê’ hate destpêkirin û Tirkiye kete serdemeke nû. Weke HDP’ê me jî piştgirî dida tevahiya pêvajoyê. Dema ku ‘Pêvajoya çareseriyê’ didomiya de Erdogan çendek axaftinên piştgiriyê dikir. Digot; ‘pevçûn ji lihevkirinê, kuştin jî ji dayîna jiyînê hêsantir e û em ya zehmet hildijêrin.’ ‘Em ê tevî gelê xwe lîstika kesên aştiyê naxwazin xera bikin.’ ‘Feraseta ku her sal şehîdan qebûl dike ne feraseteke însanî û wijdanî ye.’ ‘Serkeftiyên şerekî qirêjî, têkçûyiyên aştiyeke bişeref tune ne.’ Yên ku ev axaftin dikir, Erdogan bû.

Deklarasyona hevpar

Erdogan ê ku ev peyam dida, her wiha hevdîtinên li Îmraliyê zêde kir. Piştî bûyerên Kobanê yên sala 2014’an, hevdîtin zêde bûn û şandeyeke ku ez jî di nav de hevdîtinên xwe dikirin. Ya ku ji destê me dihat me dikir. Me ji bo protokolekê israr dikir. Ya li Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê protokolek bû ku dê em û rayedarên dewletê tev li bûbûna. Ev protokol ji bo wê bû ku êdî navê Tirkiyeyê bi şer û çekan neyê bibîranîn. Hinek bertek nîşanî wê protokolê hatin nîşandan lê gelemperiya Tirkiyeyê erênî nêz bû. Ji sala 1984’an ve li Tirkiyeyê êş û wêraniyeke mezin çêbûbû. Êdî rê li ber vê pêvajoyê dihat girtin û hemû kes keyfxweş bû ku dê siyaset derkeve pêş. HDP’ê di vê pêvajoyê de bang kiribû, hedef hatibû nîşandan lê dîsa jî komplo nedihat bîra tu kesî. Li qesrekî Meclisê daxuyanî hate dayîn. Ev tiştekî wisa ji rêzê nîne. Hikûmeta heyî û partiya ku îro bi terorîstbûnê tawanbar dikin bi hev re deklarasyoneke hevpar weşandin. Em aliyê wê nebûn lê ji ber ku di tevahiya pêvajoyê de em jî hebûn, deklerasyon ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Piştî wê civînê, di medyaya îktîdarê de coşeke mezin hebû, pîrozbahiyên aştiyê hebûn.

Di daxuyaniya heman rojê de min got; ‘Ji vir û şûnde ya ku divê were kirin ew e ku şandeyeke mirovên akîl biçe Îmraliyê û ji birêz Ocalan nameyekî bigirin. Dê Ocalan li pêşiya mirovên akîl bang li PKK’ê bike ku dev ji çekan berdin û pevçûnan bi dawî bikin. Dê şandeya HDP’ê jî hebe. Girteka ji encama wê civînê derdikeve jî dê ji hêla mirovên akîl, dewlet û me ve were îmzekirin. Gava diviya bihata avêtin ev bû. Banga me ji bo her kesên amadekariyên xwe kirine ye.’Ji ber ku provokasyon hebûn û xetereya têkçûna pêvajoyê hebû. Me xwest lez bidin vî karî. Lê çendek roj piştî ragihandina mutabaqetê, di 22’yê adara 2015’an de Erdogan got; ‘Ez civîna li wir rast nabînim.’ Nêzî 22 roj piştre ev gotin kir. Lê di 28’ê sibatê de digot; ‘Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn.’ Bêguman vê nakokiyê bala raya giştî û hikûmetê kişand.

Çi bû ku Erdogan fikra xwe guherand?

Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand? Erdogan di 7’ê adarê de daxuyaniyeke din jî da; ‘400 parlamenteran bidin, bila ev meseleye bi xweşî bê çareserkirin.’ Di 11’ê adarê de Erdogan di axaftineke xwe de wiha digot; ‘Banga Ocalan girîng e.’ Heta wê demê jî mutabaqat red nekiriye. Di vê navberê de min jî di 11’ê adarê de got; ‘Em ê nehêlin tu bibî serok.’ Beriya Erdogan, Bulent Arinç bersiva me da û got; ‘Mimkin nîne ku haya Erdogan jê nebe. Ev mutabaqat li ser erêkirina wî hat kirin.’ Erdogan li ser van navan sekinî ye, hinek jê red kiriye, xebatên hevpar hatine kirin û Erdogan herî dawî gotiye ku guncav e. Ji bo pêvajoyê tenê gavek mabû û em hêj jî nizanin bê ka Erdogan çima pêvajo qedand. Dibêjin ya; ‘gotina Demîrtaş a em ê nehêlin tu bibî serok dawî li pêvajoyê anî.’ Tu aliyekî vê ya rast nîne. Pêvajoya çareseriyê ne ji bo ku Erdogan bibe serok hatibû destpêkirin! Erdogan digot; ‘em ê ya zehmet hilbijêrin.’

Hêj jî li Tirkiyeyê aramî tune ye

Em li dijî teklîfa AKP’ê derketin û Meclis xitimî. Lê ev xebata beriya wê bû. Di pêvajoya çareseriyê de xebatekî wiha çênebû. Piştî ku HDP weke partî ketî hilbijartinan, Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê û Şandeya Mirovên Akîl nas nekir. Ji wê dîrokê heta niha jî hizûra Tirkiyeyê nîne. Xwezî rojnamegerekî wêrek derketa û pirsa; ‘We ewqas mirov xistin zindanê, her roj cenaze tên. Gelo heke we mirovên akîl bişanda Îmraliyê ma niha dê Tirkiyeyeke cuda nebûya?’ jê bikira. Hilbijartinên hezîranê li rastî wê dîrokê tê ku hêj em bi ser neketin Erdogan fikra xwe guherandibû. Hinek kes dibêjin; ‘Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de HDP’ê bi rehetî xebatên xwe meşand.’ Heta hinek kes dibêjin; ‘we derfetên dewletê dabûn we baş bi kar ne anîn.’ Dê bibêjî qey dewletê bi KPSS’ê 80 parlamenter dan me û me jî rast bi kar ne aniye!

Ji ber axaftinên Erdogan wesayîtên me dan ber keviran

Piştre jî provokasyon çêbûn. Di 15’ê gulana 2015’an de komeke nîjadperest a ji 80 kesan pêk dihat êrişeke faşîst li dijî buroya me ya têkilîdanîn ya Tekîrdagê pêk anî. Polîsan tu tiştek nekirin. Di 18’ê gulanê de li dijî avahiya me ya Edeneyê êrişa bombeyî hate kirin. 4 endamên partiyê birîndar bûn. Di heman rojê de li dijî avahiya partiya me ya Mêrsînê êrişa bombeyî çêbû. Wan rojan dê min li Mêrsînê mitîng li dar bixista. Dê me civîn bikira lê hate betalkirin. Li cihê ku dê ez jî tev li civînê bûbûma, rojek berê bombe hate teqandin. Ji bo provakasyonek çênebe me jî di mitîngê de banga aştî û xwişk-biratiyê kir. Girse pir bihêrs bû û li dijî civîna ku dê ez jî tev li bûbûma, sûîqest hatibû ceribandin. Di 3’yê hezîranê de dema em ji Kanîreşê vedigeriyan, li dijî ajokarê wesayîta me bi çekên lûledirêj êriş hate kirin. Faîl nehatin girtin. Di 4’ê hezîranê de wesayîtên kesên dihatin mitîngê hatin şewitandin û hewl dan hevalekî me bi zindî bişewitînin. 38 kes birîndar bûn. Tevî vê yekê em bi aqilekî selîm tevgeriyan. Heta ku em ji Erziromê derketin, tevahiya wesayîtên me dan ber keviran. Dîrok 4’ê hezîranê ye û ji bo hilbijartinan 3 roj mane. Baş e ev çima dibin? Ji ber axaftina Erdogan ku digot; ‘terorîst, kujerê Yasîn Boru.’

Ka lê binerin kê çi kiriye

Em jî bangên aştiyê dikin. Di 5’ê hezîranê de mitînga me ya Amedê hebû. DAIŞ’ê bi bombeyan êrîş kir. Çi zû tê jibîrkirin? Wê rojê ez li pişt dikê disekinîm. Hindik mabû ku ji bo axaftinê derkevim ser dikê. Di wê kêliyê de Îdrîs Balûken li ser dikê diaxiviya. Di wê kêliyê de teqîn çêbû. Ji ewil ji bo îzdîham çênebe, gotin ‘trafo teqiya.’ Hewldan min tavilê ji wir derxînin. Min qebûl nekir û got; ‘bi sehezaran kes dema li wir ez ê çawa biçim.’ Ji wesayîtê paya bûm, polîsan gaz diavêtin. Me nedikariya bêhnê bistînin. Ji ber wan gazan birîndaran nedikariyan bêhnê bistînin. Tam rewşeke wehşetê bû… Malbata min li qada mitîngê bû. Ji bo tiştekî nebaş çênebe banga hestiyariyê dikir. Me bang li girseyê kir ku bên pêşiya avahiya partiyê. Min li wir daxuyanî da û got; ‘Em ê rê nedin provokasyonan.’ DAIŞ’iyê ku bombe danî jî lêgerîna wî hebû û rojek berê derketibû ku weke firarê leşkeriyê hatiye tespîtkirin.

Rojek beriya teqînê hatiye binçavkirin û berdan

Hat zanîn ku rojek beriya teqînê li otêleke Amedê hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan. Ev kes piştre çû cem hevalê xwe yên Komkujiya Garê pêk anî. Me got; ‘Em mitîngên xwe betal nakin û dê girseya xwe bibin ser sindoqê.’ Rojek piştre me mitîngên xwe yên Wan û Stenbolê pêk anîn. Bi wan êrişên bombeyî me 2 puan winda kir. Piştre medyaya îktîdarê got; ‘ji bo dengê xwe zêde bikin bombeyan didin teqandin.’ Esra Elonu twîteke weke ‘gelo tembûra Demîrtaş teqiya’ parve kir. Ma çi nekirin! Em îro weke provakator tên darizandin. Lê binêrin bê ka kê çi kiriye.”

Demîrtaş, piştre jî çalakiyên provakatîf ên piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an li dijî HDP’ê hatine kirin vegot.

Erdogan sor dikir

Demîrtaş, anî ziman ku provokasyon ji ber tehrîkên Erdogan dihatin kirin û wiha pê de çû: “Di rewşeke wiha de, parêzbendiyên me betal kirin. Em di rewşeke wiha de ketin hilbijartinê. Dewletê bi xwe ev pêvajo organîze kir. Mîna Çorum, Gezî, Mereş û Kobanê. Tevek jî ji hêla dewlet û provakatorên di nava wê de hatin plankirin. Yek faîl jî nehat darizandin. Hiqûqa li dijî me di meriyetê de ev bû. Em bi qanûnên daristanê ketin hilbijartinê. Bila kesek nebêje HDP’ê tehrîk kir. Yên tehrîk kirin îro welêt birêve dibin. Divê îktîdar hesabê bide lê îro ji me tê pirsîn. Tevî van jî me dev ji hiqûqê berneda. Me her tim hiqûq parast.”

Dadgehê heta saet 13.30’an navber da danişînê.