4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demirtaş di Doza Kobanê de parastina xwe diyarî bavê xwe kir

Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim ku xwendin û nivîsandina wî nebû û bi xweha eniya xwe 7 zarok mezin kir.” 

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn.
Girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Alî Urkut û Nazmî Gur li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Beriya destpêkirina danişînê, parêzer û beşdarên bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û serokê şandeya dadgehê sersaxî ji bo Demîrtaş xwestin. Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî li Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û sersaxî xwest û wiha got: “Me bi tevlibûna bi hezaran kesan bavo oxir kir. Bi hezaran kes tev li bûn, silavên tevekan jî ji bo te hebûn û sersaxî dan.”
Demîrtaş jî sersaxî qebûl kir û spasiya her kesî kir.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişîn, bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.
‘Em ê sekna xwe biparêzin’ 
Demîrtaş, di destpêka axaftina xwe de gotina nivîskar Paul Auster a “Rastiyek heye ku tu nikarî derewê paşve bikişînî, heta derew jî bi têra vê nake” bi bîr xist û wiha got: “Di vê doza kompasê de dereweke pir berbiçav heye. Bi sala ye em rastiyan dibêjin û hewl didin derewan vebêjin. Em dizanin ku ev derew dê paşve neyên kişandin. Em dizanin ku yên van derewan dikin ji vê rewşê keyfxweş dibin. Em jî serî natewînin, dê êşa xwe daqurtin û sekna xwe biparêzin. Em ê van derewên dîrokî dîsa teşhîr bikin û axaftina xwe bidomînin.”
‘Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim’ 
Demîrtaş ku bavê xwe di 31’ê kanûnê de wefat kir, wiha domand: “Ez parastina xwe diyarî bavê xwe, Tahir hosta û dikim ku xwendin û nivîsandina wî nebû û 7 zarok xweyî kir.”
Danişîna dozê bi parastina Demîrtaş didome.