4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demokrasiya Swêdê û radestkirina penaberê kurd

Dildarê Amedê

Gelek caran pesnê welatê Swêdê wekî mînakeke demokrasî û mafê mirovan di nûçe û sîroveyên me de dihate destnîşankirin.

Swêda ku me li ser wê dibihîst ku tenê ji ber bav û diya zarokekî dilê wî şikandiye ew zarok ji malbatê distand û dibir ew li dibistanên xwe yên taybet bicih dikir.Swêdê ya ku di demên cuda de bi dehan zarokên penaberan ji hembêza dayik û bavên wan derdixistin û dixistin bin parastina xwe bi hinceta ku bav an jî diya wan zarokan tade li wan kiriye an jî azadiya wan bi sînor kiriye.Lê îro em dibînin ew welatê di serê me de bûbû mînaka demokrasî û mafê mirovan penaberekî kurd radestî dewleta tirk dike û ew baş dizane ku dibe ew mirov li wî welatî hemû jiyana xwe di hebs û zindanan de derbas bike.Gelo rayedarên Swêdê yên ku ew penaber radestî dewleta tirk kirin, nizan in ku vî penaberî ji bo azadî û parastina xwe dest ji welatê xwe berdaye û xwe avêtiye hembêza demokrasiya wan. Ma Swêdê nizane ku li welatê wî penaberî demokrasî û mafê mirovan ji bo kurdan nayê naskirin.

Çima Swêdê wiha kir

Swêdê di çarçoveya bazarên xwe yên bi dewleta tirk re ji bo tevlêbûna wê ya NATO’yê hêsantir bibe ev bazariya qirêj kiriye û demokrasiya xwe li bin gunhê dîwarê berjewendiyê xwe daye. Ji bo bejewendiyên xwe û ji bo ku xwe bi hikûmeta tirk şelaf bike ji demokrasiya welatê xwe tawîz daye.Hêjayî gotinê ye ku penaberê kurd Mahmût Tat di sala 2015’an de li Dêrsimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hebsê lê hatibû birîn. Tat ji bo nekeve zindanê xwe gihandibû Swêdê û li wir daxwaza penaberiyê kiribû. Tat di encama bazarên bi dewleta tirk yên li ser endamtiya Swêd a NATO’yê  di 22’yê mijdarê de Mahmût Tat ji aliyê polîsên Swêdê ve hate binçavkirin û polîsên Swêdê di di 2’yê kanûnê Tat radestî hikûmeta tirk kirin.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî desthilatiya partiyên rastgir li vî welatî demokrasiya Swêdê di azmûneke gelekî zehmet re derbas dibe.