20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Denîz Gezmîş, Aslan û Înan li Enqerê hatin bibîranîn

Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyakayê hatin bibîranîn.

Li Tirkiyeyê ji pêşengên tevgerên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 6’ê Gulana 1972’yan de hatin darvekirin. Her sê şoreşger di salvegera darvekirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka ya li Enqereyê tên bibîranîn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari jî tev li bernameya bîranînê bûn.

Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyakayê hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li vir axivî, wiha got: “Ev têkoşîn dê serbikeve.

 ‘Dê qet neyên ji jibîr nekin’

Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û diyar kir ku Denîz qet nayên jibîrkirin û wiha got: “Ji bijîjk Hîkmet Kivilciman heta Kaypakkayayan, Mahîran, Denîzan, Mazlûman, Sakîneyan, Sêvêyan têkoşîna şoreşger, sosyalîst û welatparêz a ji me re hatiye hiştin bi awayekî layiqî wan em ê bidomînin. Em ê wan qet ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Bijî têkoşîna me ya şoreşger, bijî têkoşîna me ya rêxistinî, bijî têkoşîna me ya welatparêz.”

‘Têkoşîn dê bi ser bikeve’

Bakirhan jî pişt re di axaftina xwe ya bi kurdî û tirkî kir de ev tişt gotin: “Têkoşîna Denîz, Huseyîn û Yûsûf îro li her çar parçeyê Kurdistanê berdewam dike. Têkoşîna me ronî dikin û rêya me vedikin. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Bila bawer bikin ku; heta ku têkoşîn encam bigire dê bidome. Weke di berxwedana Wanê de, weke li Amed, Stenbol, Îzmît, Îzmîr, weke têkoşîna kedkarên xwedî li maf, wekhevî û azadiyê derdikevin… Em ji xwe bawer in ku dê vê têkoşînê bi ser bixin.”

Piştî Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku tev li bîranînê bûne jî têkildarî girîngiya rojê axaftinên kurt kirin û peyam dan ku dê têkoşîna di rêya Denîzan de berdewam bike.