3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê 9 parlamenteran de fezleke hatin amadekirin

Ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên DEM Partiyê, CHP û TÎP’ê fezleke hatin amadekirin û ev fezleke pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.

Ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) fezleke hatin amadekirin û ev fezleke pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. Ji 9 fezlekeyan 4 jê der barê parlamenterên DEM Partiyê de, 4 jê der barê parlamenterên CHP’ê de û yek jî der barê parlamenterê TÎP’ê de hate amadekirin. Fezlekeyên pêşberî Serokatiya Meclisê hatine kirin ji wir jî radestî Komîsyona Giştî ya ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê, hate kirin.

Parlamenterên ku fezleke der barê wan de amade kirine

Navê parlamenterên der barê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: “Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salihe Aydenîz, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamentera Dem Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konûkçû Kok, Parlamentera TÎP’ê ya Stenbolê Saliha Sera Kadigîl, Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal, Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHP’ê yê Edeneyê Ayhan Barût û Parlamenterê CHP’ê yê Dîlokê Melîh Merîç.”