7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhênerê îranî bi şert hat berdan

Derhênerê îranî Jafar Panahî beriya 7 mehan ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin, Penahî bi şert hat berdan û got; “Bi sedan mirovên weke Ferhad Meysamî di girtîgehê dene, ez ê çawa bextewar bim.”

Derhênerê îranî Jafar Panahî yê bi navûdeng di 11’ê tîrmeha 2022’yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îdiaya “li dijî pergalê propoganda kiriye” hatibû girtin.

Panahî hefteyekê berê li dijî zextan û neheqiya lê hatiye kirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiya greva birçîbûnê du roj şûnde bi awayekî bişert hat berdan.

Panahî yê ji girtîgehê hat berdan li ber girtîgehê daxuyanî da û got: “Bi sedan mirovên weke Ferhat Meysamî di girtîgehê de tên ragirtin, ez ê çawa bextewar bim. Ez ji hemû girtiyan re azadî dixwazim.”