16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin

Roger Koyî

Roman bi giştî romaneke realîst e ku bi karakter û buyerên xwe rewşa civakê ya heyî vedibêje. Bi tevahî mirov dikare bêje ku roman romana koçberiyê ye û di nava xwe de çar çîrokên koçberiyê dihewîne.

Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin romana sêyem a Amîda ye. Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, mîna romana Îrfan Amîda ya berî xwe xwedî zimanekî ku li gor gelek xwîneran giran û li gor hinekan ji xweş û bi çêj e. Lê her ku mirov dikeve nav romanê ziman bi xweşa mirov diçe û mirov digihêje zimanekî helbestkî her wiha bi wî zimanî re hevokên felsefik, analîzên derûnî û civakî pir dibe û ev yek jî dike ku mirov li ser mijar, hevok û gotinan hûr bibe.

Zimanekî giran, hevokên kurt, kompleks û taswîrên zêde hebûn di romanê de ez dikarim bêjim ku ew zimanê ku bi xwîner giran tê ji hevokên kurt û kompleks in ku li gelek cîhan bi yek peyvê bûn. Her wiha bi sedan peyvên ku di zimanê standart de tune ne hatiye bikaranîn û ev yek bûye sedem ku xwînerên ku dûrî devoka Mêrdînê ne li gelek cîhan bilukumin. Hevokên kurt û kompleks barê wateyê girantir kiriye ji ber wê karê xwîner giran dibe. Diyalog kêm in. Lê şîrove û vegotinên hem piştî diyalogan hem di nav diyalogan de zede û giran in ku gelek caran xwîner diyalogan ji bîr dike. Diyalog di nav  şahesandina mekan, karekter, rewşa karekter a derûnî  de winda dibe û ev yek dike ku têgihiştina  diyalogan jî giran bibin. Karekterên ku di civakê de ji rêzê ne dest bi analîzên civakî dikin. Ewqasî felsefîk diaxivin mirov rolên wan ên di civakê de ji bîr dike. Yanî nivîskar mudaxeleyî karakterên xwe dike.

Çar çîrokên koçberiyê dihewîne

Di romanê de çîrokeke navendî tune ye. Navenda romanê vala ye, her çîrok xwîner ber bi çîrokeke din ve dibe û tu çîrok naqede hemû çîrok nîvco ne. Lê bi tevahî mirov dikare bêje ku roman romana koçberiyê ye û di nava xwe de çar çîrokên koçberiyê dihewîne.

Çîroka yekem ya Nesîma û Zerîfa ye ku ji welatekî dûr hatine Nisêbînê, li wir mezin bûne, zewicîne bûne xwedî mal û zarok lê hîn jî xwe aidî wê derê nabînin û bi çavê koçberan li xwe dinêrin.

Çîroka duyem a Zerga û keça wê Şîlanê ye. Ku ew jî ji Lalîşê hatine Nisêbînê û mêrê Zerga Pîro jî li Rojava Şervan e. Ew ji mîna Nesîma û Zerîfa xwe aidî wî bajarî nabînin û li benda Pîro ne ku ji wir bar bikin herin.

“- Em vegerin Rojava cem babo?”

“- Na bila babo bê.”

“-Em herin Şengalê?” (r.80) …

Ev diyalog di navbera Zerga û qîza wê Şîlanê de derbas dibin ji vê diyalogê û berdewamiya wan xuyaye ku berê wan  û dilê wan jî li çûyînê ye.

Çîroka sêyem jî ya Osman e. Ku wî jî pêşî ji Nisêbîne bar kiriye çûye Stenbolê û dîsa vegeriyaye. Lê em di çîroka Osman de berevajî yên din lêgerîna çûyînê yan jî xwe aid- nedîtinê nabînin. Li gel ku carna hin xortan jê re digotin tu heta niha li ku bû dîsa vegere wir. “- Heta doh li ku dere bû bila here wir.” (r.94) gotinên bi vî rengî ku ji Osman re dihatin gotin pir bûn. Lê wî qet guh nedida wan gotinan. Heke ku em bahsa karektera Osman bikin em dikarin bibêjin Osman di pirtûkê de dengê muxalîf e. Di gelek cîhan de wî û xortên şervan nîqaş dikirin û heta carinan dilê xwe ji Osman digirtin û bertekên tûj nîşanî wî didan. Mînakek ji diyalogên navbera Osman û Xortên şervan de ev e; “- Wê dinya biqûre vê carê. Kurd tu carî ewqasî neketine rojeva cîhanê. Pişta xwe bi me girêdane hevalno. Em baweriya hemû gelan in îro. Em ne bêkes in.” (r.210)  bersiva Osman ev e, li hember van gotinan; “- Heta niha tu beran negihaşt ser kêra Smaîliya me.” “- Em ne Smaîl in li ber kêra tu kesî xalê Osman.” (r.211)

Çîroka çarem a koçberiyê jî koç û barkirina ji Nisêbînê bû. Di romanê de li gelek cihan hatiye gotin ku gelek kesan bar kirine û hîn jî amadekariya barkirinê dikin.

Wek ku me li jor gotibû navenda romanê vala ye û çar çîrokên koçberiyê hene. Piştî van mînakan em dikarin bi rehetî bibêjin ku roman romana koçberiyê ye û di navenda wê de koçberî heye lê berê her çîrokekê li Nisêbînê ye û li Nisêbînê jî sitarî kêm e. Vê carê berê wan dikeve cihên cuda, belavbûnek derdikeve holê.

Wê ji bajêr bar bike

Karektereke din heye ku bahsa wî neyê kirin nabe ew jî Sofî Kîsik e. Sofî Kîsik karekterekî tîpîk ê civaka me ya îro ye ku mulkiyetparêzeke ku ewqasî xwedî li tiştên ku aîdî wî ne derdikeve ku ji bo karik şîrê bizinan venexwin guhanê bizinan kîsik dike. Ji bo ku teyr û tilûr tiriyê dêliya wî nexwin goşiyên tirî dixe kîsikan. Berî ku Sofî Kîsik bar bike goşiyên tirî kîsik dikir û di diyaloga di navbera wî û Zergayê de wilo dibêje; “- heyfa wan e law. Wê çûk teyrik, mêş û moz bixwun hemûyan, zarok marok dikevinê.” (r.179) di vir de em dibinin bê Sofî Kîsik yekî mulkiyetparêz e û tiştê ku malê wî be nade kesî. Wê ji bajêr bar bike û here jî çavên wî bar nabe ku çûk û moz û zarok wan tiriyana bixwun wan kîsik dike, xerabûna wan a di kîsik de jê ji xwarina wan ya ji hela çûk, moz û zarokan çetir e. Bersiva Zergayê ya ji Sofî Kîsik re dike ku berê xwe bide goşiyekî din û bêdeng bimîne; “- Ma ku tu çû û pêv, çi dixwe, kî dixwe bila bixwe xalo Sofî. Ma ne ew ê di darê de bikerixin.” (r.179)

Rewşa civakê ya heyî vedibêje

Ger hêlîn xera nebe yê çûyî wê vegerin, karekterên me jî wê li ser kokên xwe vegerin ji ber ku nikarin ji koka xwe dûr bikevin yan na wê hişk bibin, pûç bibin, winda bibin. Roman bi giştî romaneke realîst e ku bi karakter û buyerên xwe rewşa civakê ya heyî vedibêje.

“Şevên ku ji kundan re dimînin sibehên wan xav in kurê min. Kund ji heyvanê sibehê dixwin, hechecîk ne wilo ne. Bi bêhna wan dimeyin sibeh.” (r.151)