3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Desthilat ji zanistiyê dûr dikeve’

Hevseroka Egîtîm-Senê ya Şaxê 2’yemîn a Amedê Zuhal Sezer anî ziman ku rakirina perwerdehiya hevbeş biryareke zayendî ye û ev tişt got: “Her ku diçe desthilatdar bi pergala perwerdehiyê ji zanistiyê dûr dikeve.”

Tirkiye her ku diçe bi pergalên cuda yê perwerde û hînbûnê civakî ji zanistê dûr dikeve. Bi rêya pergala perwerdehiyê dixwaze li ser civakê fikrên zayendî bide avakirin. Mijara girîng a din jî perwerdeya bi zimanê zikmakî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê nayê çareserkirin. Tevî ku hatiye îspatkirin zarokên ku bi zimanê zikmakî perwerde nagirin bi gelek kêmasiyan re rû bi rû dimîn desthilatdar bêdeng dimîne.

Der barê pergala perwerde û hînbûnê de Hevseroka Egîtîm-Senê ya Şaxa 2’yemîn a Amedê Zuhal Sezer ji rojname ya me re axivî.

Zuhal Sezer, diyar kir ku pergala perwerdehiyê her ku diçe bêtir ji zanistiyê dûrdikevin û wiha got: “Dersên ku li gorî şiyana zarokan tên dayîn digirin û zarokên me bi ferzkirinê re rû bi rû dihêlin. Her ku di warê perwerdehiyê de ji zanistiyê dûr dikevin, kêmasî di xwenaskirin û vedîtina berjewendiyên zarokan de derdikevin holê. Ji ber van kêmasiyan zarok nikarin xwe di pîşeyên ku dixwazin de bibînin. Desthilatdara faşîst nifşekî ku di temenê biçûk de îtaet bike, stû jêre xwar bike û kesên pirsyarkir negirin ser xwe dixwe ji ber ku karê desthiladariyê hêsantir dikin. Bi pergala 4+4+4 ‘ê  rê li ber xwendekarên ku dibistanên Îmam Hatibê qedandine ji bo şêwirmendiyê vekir. Li sernavê şêwirmendiya derûnî ya mamosteyên ku ji beşa şêwirmendî û rêberiyê ya psîkolojîk mezûn bûne hat standin. Xwandekarên Îmam Hatîbê ku tenê du mehan perwerde girtin, sertîfîka dane wan û wan li dibistanan kirin şêwirmendên manevî. Ev pergala li dijî zanistiyê xizmeta civakê nake.”

Pêşketina dêrûnî û hestîyarî

Sezer, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û ev tişt got: “Hem ji aliyê pedagojî û hem jî ji aliyê zanistî ve divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe. Ji ber ku bi awayekî zanistî hatiye îspatkirin ku eger zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebîne, têra xwe serkeftî nabe. Ji bilî serkeftinê, zimanê dayikê ji bo razîbûna psîkolojîk jî girîng e ku pêşkeftina xwe ya psîkolojîk û hestyarî temam bike. Zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebîne, dê di gelek waran de bi kêmasiyan re rû bi rû bimîne. Bi taybetî li herêma me, zarokên ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin, pir caran bi van kêmasiyan re rû bi rû dimînin. Fêrbûna zarok pêk nayê û di bin navê astengiya fêrbûnê de, rapor didin. Lêbelê, bi zarokan re pirsgirêkên derûnî û pêşveçûnê tune ne. Ji ber ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nabînin, ji hînbûna akademîk kêm dimînin. Ji ber ku rasterast ji aliyekî ve lê tê nihêrtin, zarok di bin navê astengiya hînbûnê de tên naskirin. Ev ji bo zarokan pirsgirêk û travmayên pir giran in. Zarok  ji ber ku li dibistanê bi van pirskirêkan re rû bi rû dimîne pêşveçûna hestyarî bi tevahî temam nake, jiyana xwe wekî yên din didomîne. Ev tişta herî xirab e ku li zarokên tên kirin.”

Nikarin çav û guhê xwe bigirin

Sezer, got ku ew perwerdehiya zimanê zikmakî  qet ji rojeva xwe dernaxin û wiha axivî: “Em van daxwazan her tim ji hikûmeta heyî re radigihînin. Niha jî li ser vê yekê gotin; ‘Em di bin navê dersên hilbijartî de zimanê kurdî wek ziman û zaravayên ku dijîn, didin xwendekarên ku dixwazin.’ Lêbelê zimanê zikmakî mîna lutfekê wekî di bin banê dersa hilbijartî de were dayîn. Tiştekî wisa nabe. Li hemberî zimanekî divê bêhurmetiyeke wisa neyê kirin. Divê zarok di hemû dersan de bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Ev ne lutuf e pêdivîyek e. Wekî dewletek, welatek demokratîk divê vê erka xwe ji bo zarokan bi cîh bîne. Nikarin çav û guhên xwe ji van berpirsyariyan bigirin. Yanî bi ferdên ku perwerdehiyeke xurt nabînin ne pêkan e ku civakeke bi tendurist bê afirandin. Perwerdehiyeke xurt jî encax bi perwerdehiya ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bistîne, pêkan e.”

Pergal ji jinan ditirse

Sezer, bi bîr xist ku pergala heyî ji ber ku ji jinan ditirse naxwaze jin azad bibin û  wiha pêde çû. “Em xebatên xwe didomînin da ku zarokên keç di temenê dibistanê de bi rêkûpêk biçin dibistanê. Ya rast divê em li ser vê yekê karibin agahiyên îstatîstîkî ji wezaretê bigirin. Lêbelê wezaret van agahiyan bi nepenî diparêze. Çend zarok di temenê dibistanê de ne, çend zorak dibistana xwe didomînin? Çend zarok di temenê dibistanê de ne lê naçin dibistanê? Her çi qas mafê me yê girtina van agahiyan hebe jî ev agahî bi me re nayên parvekirin. Ji ber ku çûna jinan a dibistanê rê li ber jinên azad, avakirin û afirandina civakeke bêhtir vedike. Pergala heyî jinên azad naxwaz e. Em wekî Egîtîm Senê heta ji destên me were em ê, bi taybetî ji bo çûyîna  zarokên keçik a dibistanê xebatan bikin ta ku em bigihîjin armanca xwe.”

Rolên zayendî

Di berdewamiya axaftina xwe de Sezer, bi lêv kir ku her diçe desthilatdar bi pergala perwerdehiyê ji zanistiyê dûr dikeve ev tişt anî ziman: “Ev rêgezeke bi zanebûn e. Di pergaleke perwerdehiyê de ku ji zanistiyê dûr be, hişyarkirin û azadkirina jinan nabe. Di pergala perwerdehiyê ya îroyîn de, di temenê biçûk de rolên civakî li ser zarokan tên ferzkirin. Dema em li naveroka pirtûkên mufredatê dinêrin, rola jinan û mêran ji hev cudan dane nîşandan. Ji niha zarokan hînî rola dayiktî û bavîtiyê dikin. Zarokên me di dersan de rastî van zayendiyan tên. Bi taybetî di bin navê dersên hilbijartî de li ser zarokan dersên olî ferz dikin û zayendên civakî didin hînkirin. Dibêjin zayendên we yên civakî hene. Ji ber vê yekê di pergala perwerdehiyê ya îroyîn de dixwazin jinan bêtir ji azadiya wan dûr bixin.”

Perwerdehiya zîkmakî dixwazin

Sezer, anî ziman ku ew ji niha de weke destpêka her saleke perwerdehiyê daxwazên xwe ya perwerdehiya bi zimanê zikmakî tînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî dema ku zarokên keç bigihêjin temenê xwendinê, ji bo karibin di dibistanan de xwendina xwe berdewam bikin em xebatan dikin. Ji bilî vê daxuyaniya Wezîrê Perwerdehiyê gotibû; ‘Ger hewcedarî hebe, ji bo zarokên keç dibe dibistan were vekirin.’ Armanca vê ji holê rakirina perwerdeya hevbeş e. Rakirina perwerdehiya hevbeş tê wateya ji hev cudabûna zayendiya civakî. Weke Egîtîm Senê em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê her tim ji bo vê têbikoşin. Em weke Egîtîm Senê heta perwerdehiya laîk, azad, demokratîk, bêpere û bi zimanê zikmakî ya zanistî bê avakirin, em ê bi dengê xwe desthlatdarê aciz bikin. Ta ku ev daxwazên me û civakê bi cih bên dê têkoşîna me bidome.”