17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destûr nedan ku parêzer Pexşan Ezîzî bi parêzer re hevdîtin bike

Parêzerê rojnamavan Pexşan Ezîzî ya li girtîgeha Evînê tê girtin, xwest bi wê re hevdîtin bike. Lê rayedaran destûr neda hevditinê bike.

Parêzvana mafên jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevan Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’an de li bajarokê Harazî yê Tahrana Îranê piştî ku hate binçavkirin û 4 mehan dibin îşenceyê de ma, di 11’ê Kanûna 2023’an de hate girtin. Ezîzî şandin qawîşa jinan a hejmar 209 ya girtîgeha Evînê û di heman demê de weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê 26’yemîn şaxa dadgeha Devrîm ya Tahranê ve cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî birîn.

Bi îdeya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketiye nava komên serhildanê’  û ‘serîrakirinê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn, beriya du hefteyan hevdîtina Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzeran re hatî astengkirin, hate zanîn ku serlêdanên nû yên parêzeran nehatiye pejîrandin.

Xwîşka Pexşîn Ezîzî, Aso Ezîzî, der barê astengiya hevdîtinên parêzeran li ser hesabê platforma dijîtal  ragihand. Aso Ezîzî bertek nîşanî vê astengiyê da û îfade kir ku xwîşka wê ev 3 hefteye mafê wê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hatiye asteng kirin.