3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEVA: ATK girtiyan terkî mirinê dike

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine taloqkirin di roja 119’emîn de çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê berdewam kirin. Malbatan îro serdana Rêxistina DEVA ya Amedê kir. Serokê DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen û rêveberên wê malbat pêşwazî kirin.

Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di serdanê de axivî û bi bîr xist ku 4 meh in ji bo girtiyan nobeda edaletê digirin û di vê pêvajoyê de ji 10’an zêdetir girtî jiyana xwe ji dest dane. Ada bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin da û got: “30 sal in girtî ne, hêj radibin ji wan dipirsin dibêjin ‘hûn poşman in’. Dema dibêjin ‘em ne poşman in’ berdana wan taloq dikin. Bila ev zilm û şidet bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Çend sal in dayika min birayê min girtî nedîtiye. Çend roj berê ez çûm hevdîtina wî. Bûye hestî û maye. Em aştî û edaletê dixwazin û dibêjin tavilê zilma li ser girtiyan bi dawî bikin.”

Dayika girtî Xezal Yildirim jî diyar kir ku ew beriya her tiştî dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û got: “Rewşa Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk li ber çavan e. Bila daxwazên zarokên me bînin cih. Êdî çavê me li rêyan e. Em naxwazin cezayên wan bên taloqkirin. Ji bo zext bi dawî bibin û tecrîd rabe, gavan bavêjin. Ji ber ku edalet nebe nabe. “

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler jî got: “Îro daxwaziyek me bi tenê heye ku vê bêedaletiyê bi dawî bike. Bila ji bo hemû girtiyan heman qanûnan bisepînin.”

Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan Hakki Boltan jî destnîşan kir ku daxwaziya wan ew e ku girtiyên nexweş bên azadkirin û got: “Heke ev bêedaletî rabe bila ji bo her kesî rabe. Divê em di vê pêvajoyê de bibin yek û xwe ji vê pêvajoyê rizgar bikin. Hûn dikarin di çalakiyan de li cem me bin. Dema hûn wisa me bi tenê bihêlin, dê bêdengî çêbibe. Heke hûn werin ba me wê dengê edaletê jî bilind bibe. Destê kurê min nîne û çavên wî nabînin. Em li hemû partiyan geriyan lê sozên ku dan bicih neanîn.”

Daxwaza malbatan însanî û sincî ye

Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî anî ziman ku daxwaza malbatan daxwazek mafdar e û got: “Em li cem hemû dayikên ku daxwaza edaletê dikin cih digirin. Di çend salên dawî de bi awayek cidî problema edaletê li Tirkiyê heye. Bêhiqûqî û bêedaletiyên cidî diqewimin. Divê ji bo tevahiya girtiyên nexweş qanûn bên rastkirin. Ev jî bi têkbirina îktidarê pêkan e. Saziyên Tiba Edlî (ATK) girtiyên nexweş terkî mirinê dike. ATK ne saziyek siyasî ye û divê serbixwe be û hikûmet destê xwe ji ser ATK’ê vekişîne. Daxwaza malbatan însanî û ehlaqî ye. Divê tavilê daxwaza malbatan were qebûlkirin.