19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Îranê girtiyekî kurd bi darve kir

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyekî kurd ê ji Mehabadê piştî 14 salan di girtîgehê de ma, duh ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê der barê bidarvekirina girtiyekî Kurd ê li girtîgeha dewleta Îranê de daxuyaniyek da.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku girtiyê Kurd ê bi navê Enwer Xizrî yê ji bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, piştî 14 sal di girtîgehê de ma duh ji aliyê dewleta Îranê ve hat darvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Enwer Xizrî bêyî ku ji berê de were agahdarkirin û hevdîtina dawî li gel malbata xwe de bike, li girtîgeha Kerec hat bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku metirsiya bidarvekirinê li ser girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Xesrew Beşaret heye û ew duh veguhastine hucreya yekkesî ya girtîgehê.