18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk çiyayê Garê jî bombebaran kir

Êriş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berdewame. Çavkaniyên herêmî ji Rojnews’ê re ragihandin ku artêşa tirk beriya demek kurt çiyayê Garê bombebaran kir. Lê di derbarê zerer û ziyanên canî de ti agahî nehatine bidestxistin. Hêjayî gotinêye ku ev êriş di heman demê ku Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û şandeya ewlekariyê li Hewlêrê ye pêkhatiye. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihandibû ku êriş û destwerdanên dewleta tirk a li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ye û nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk îro hemwext, Herêma Biradost a ser bi Hewlêr û gundên Dihokê bombebaran kir. Li gorî agahiyan dewleta tirk zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên Herêma Biradostê bi dijwarî topbaran kiriye. Li gorî agahiyan di encama êrişê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne.