4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewleta tirk guh nade qanûnên navnetewî’

Siyasetmedarê Iraqî Xalib Deem, diyar kir ku dewleta tirk tu qanûnên navnetewî nas nake û divê parlamentoya Iraqê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bide destpêkirin.

Siyasetmedarê Iraqî Xalib Deem der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta tirk ve li dijî gerîlayan bikartîne, ji Rojnews re axivî.

Siyasetmedar Xalib Deem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser ketina dewleta tirk ya di nava xaka Iraqê de û got: “Dewleta tirk gelek ketiye nava xaka Iraq û rojane wan herêman bombebaran dike. Cihên têne bombebaran kirin û çekên kîmyewî tên bikaranîn, cihê niştecihbûna welatiyan e. Dewleta tirk ku guh nade qanûnên navnetewî û serweriya xaka Iraqê û ji ber wê jî çekên kîmyewî bikartîne.”

Divê lêkolîn bê kirin

Xalîb, bang li Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê kir ku tîmek pispor pêkbîne û der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve, lêkolîn bide destpêkirin. Gelê Iraqê van êrîşên dewleta tirk red dikin. Beriya niha jî gelek caran li dijî êrîş û bombebaranên dewleta tirk yên ser xaka Iraq û herêmê xwepêşandan hatin lidarxistin.