16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk li Şêladizê 2 welatî qetil kirin

Îro serê sibê dewleta tirk sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir û di encamê de du welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî nûçeya Rojnewsê hate ragihandin ku îro di saetên serê sibê de dewleta tirk bi balefirên bê mirov sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku di encama bombebarana dewleta tirk de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Lê der barê nasnameya welatiyên jiyana xwe ji dest dan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Herêma Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdeng in.