28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Di 2023’an de 36 rojnameger hatin girtin

Rojnameger Hakki Boltan rapora DFG’ê ya sala 2023’an parve kir û diyar kir ku di 2023’an de 119 rojnamevan hatin binçavkirin, 36 rojnamevan hatin girtin û 64 rojnamevan jî tundî li wan hat kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 4’emîn salvegera avakirina komeleyê “Rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a sala 2023’yan” li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. Gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Sekretera DFG’ê Gulşen Koçuk û Rojnameger Hakki Boltan rapor bi raya giştî re parvekirin. Hakki Boltan bi kurdî, Serdar Altan bi tirkî û Gulşen Koçuk jî îstatîstîkên raporê parve kir.

Hakki Boltan diyar kir ku îro bi mabesta aşkerakirina rapora binpêkirinên li ser rojnamegeran ya 2023’an hatin gel hev û wiha got: “Ev roj salvegera damezrandina Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê ye jî. Ji roja destpêka damezrandina xwe ve komaleyê ji bo êriş û binpêkirinên li dijî rojnamegeran pêk tên bişopîne zend û benden xwe badaye. Di nava van 4 salên xwe de Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê îmzeya xwe danî bine gelek xebatên giranbuha. Komale bi van xebatên xwe bû saziya refarans a ji bo şopandina mafên rojnamegeran. Bi vê wesîleyê rêveber û endamên kameleyê yên keda wan di van xebatan de derbas bûye û dostên me yên ku piştgiriya xwe kêm nekirin re cereke din sipas dikin. Di hizûra we kedkarên çapameniyê de salvegera 4’emîn damezrandina DFG’ê careke din pîroz dikin.”

Edîtorê ROJNEWS’ê Silêman Ahmed 72 roj in di destê PDK’ê de ye

Boltan, da zanîn ku li ser rûyê erdê pêwîstî pê heye ku herî zêde rojnameger bên parastin û wiha axivî: “Mixabin binpêkirinên sala 2023’an jî ji vê nirx û rûmetê bê par e û derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de wek tabloyeke reş disekine. Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ya 31’ê Kanuna 2023’an 11 jê jin 120 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kir ku isal di giştiyê cîhanê de ji sedî 68’ê rojnamegeran li Gazzeyê hatine kuştin. Di şerê li Gazze’yê de 75 rojnamegerên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin. Li Suriyeyê kuştina 3 rojnamegeran pêk hat. Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnameger Silêman Ehmed 72 roj e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin.”

Hakki Boltan, destnîşan kir ku di2023’an de Tirkiyeyê jî pêkhatina azadiya çapameniyê û azadiya raman bi tabloyeke berovajiyê hêviyan derî li xwe girt û wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê wek her salên borî di sala 2023’an de jî dev ji siyaseta xwe ya zext û binpêkirinên li ser rojnamegeran berneda. Serdema krîza erdhejê dihat jiyîn jî hevpîşeyên me yên ku li qadê karesata erdhejê dişopandin bi polis û cendirmeyan hatin astengkirin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bir û man. Di dema karesata erdhejê de rojnamegeriya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin. Desthilatdariya heyî mafê wergirtina agahiyan ya gel bi van kiryarên xwe tune dihesiband. Di çarçoveya mijarê karesata erdhejê de ji bo ku tedbir nehatin girtin û di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bibîr tînin.”

Hevseroka DFG’ê Muftuoglu hat girtin

Boltan, bibîr xist ku dema ew binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di nava salê de pêk hatine û di binê 5 sernavan de hatin qeydkirin mêzekin dê bibinin ku li dehan rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, hatine binçavkirin û bi rengeke keyfî û bê hiquq hatine girtin û wiha pêde çû: “Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022’an de dest pêkir 16 rojnamegerên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25’ê Cotmeha 2022’an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamegerên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnamegerên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel van hemû mînakan di 2023’an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo “rojnameger bi nûçeyên xwe peywirdarên li dijî terorê hedef didin nişandan”. Rojnameger bi van angaştan hatin tewambarkirin. Bi vê munasebetê rojnameger hatin binçavkirin. Fırat Can Arslanê ku di nava 5 rojnamegerên hati binçavkirin de cih digirtin bi xala TMK 6/1 a 1991’an hate girtin. Dîsa Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay Bi boneya “peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye” û “tomet li wan kiriye” hat tewambarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin.”

Boltan, bilêv kir ku bi minakan aşkera bû ku zagona 7418 ku bi navê “zagona dezeformasyonê” desthilatdariyê di 2022’ de derxist çewan berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne û wiha lê zêde kir: “Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamegerê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnameger Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnameger hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin.”

Boltan bal kişand ser darizandina rojnamegeran û ev agahî dan: “Di sala 2023’an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van lêbirsînên ku derbarê rojnamegeran de dane destpêkirin, dozên ku li wan vekiriye ji rojnamegeran re dibêje “em destur nadin we ku hun rojnamegeriyê bikin.” Wek nimûne di nava salê de 280 rojnameger herî kêm 821 car derketine pêşberî dadgehan. Di 2023’an de bi dehan car rê li rojnamegeran hat birîn û şopandina nûçeyan hat astengkirin. Li gel astengkirina şopondina nûçeyan rojnameger rastî êrişan hatin û hatin derbkirin. Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamegeriyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê aşekera kir rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê.”

Boltan, der barê astengiyên RTUK’ê yên li ser çapemeniyê jî agahî dan û wiha got: “Wek ku em di daneyan de jî aşkera dikin hêjamereke zêde malperên sîteyê hatine girtin. Xwe gîhandina bi hezaran nûçeyan û naverokên medyayên dijital hatin astengkirin. Dîsa Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li ser cezayan li dehan kanalên televizyonan birî. Di rojên dawî ya salê de hê bêtir lez da van kiryarên xwe yên bê yom. Wisa ku her roj imza xwe datîne binê rekora cezayên nû.

Bû sala sansurê

Boltan li ser sansurê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Di 2023’an de ji sansurê heta asteng kirina nûçeyan, ji tewqîfkirinê bigirin heta zextên liser sazî û dezgeyên medyayê rojnameger hatin eciqandin. Lê paşve gav neavêtin û karê rojnamegeriyê hê bêtir bi israr û bi îstîkrar pêk anîn. Em bi dileke rehet karin bêjin Vê berxwedana rojnamegeran ya li dijî êrişan mohra xwe li bin geşedanên salê dan. Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên xwedî nirx û rûmeta rojnamegeriyê li dij van êrişan awirê pênûsên xwe, wênekêşên xwe ji ser heqîqetê nedan alî û destur nedan kesek ser rastiyê binixumîne. Di van rojên ku em ketin sala nû ya 2024’an de hêviya me ev e ku di serî de Hevseroka komaleya me Dicle Muftuoglu û hemu rojnameger azad bin û bi hêsanî kar û xebata xwe ya rojnamegeriyê pêk bînin.”

Sekretera DFG’ê Gulşen Koçuk jî daneyên raporê parve kir û ev agahî dan:

Daneyên Îstatistîkê yên rapora binpêkirina mafên mirovan ya 2023’yan:

1-) Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî yên rojnamevanan

Rojnamevanên Rastî Êrîşan Hatin            36

Serdegirtina Malên Rojnamevanan         43

Rojnamevanên Hatin Binçavkirin              119

Rojnamevanên Hatin Girtin                        36

Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin         64

Rojnamevanên Hatine Tehdit Kirin          38

Rojnamevanên Hatine Astengkirin          110 olay

Li Girtîgeha Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan 37

2-) Binpêkirinên li ser azadiya fikr û ramanên rojnamevanan

Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin              75

Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Vekirin           66

Cezayên Hatine Birîn      Hejmara Kesan 44

Cezayê Girtîgehê 48 sal 9 meh 14 roj

Cezayê Pere      147.486.00 TL 848 roj edlî, 1 îdarî

Rojnamevanên Ku Dozên Wan Didomin Hejmara Rojnamevanan              280

Hejmara Dadgehkirinê  821

Rojnamegerên girtî heta 04 Çile 2024’an: 57

3-) Binpêkirinên mafên aborî û civakî yên rojnamevanan

Rojnamevanên Ji Kar Hatine Avêtin         58

4-) Astengkirin û sansura li ser azadiya çapemeniyê

Cezayê RTUK’ê Hejmara Weşanan          68

Hejmara Cezayê               84

Biryara Qedexeyên Weşanê       112

5-) Astengkirina xwendina înternet –tijîdal medya

Malperên Înternetê Yên Hatine Girtin    83

Nuçeyên Hatine Qedexekirin     7106

Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî  3761