20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKG’ê der barê binçavkirina Nurcan Yalçin û Derya Us de daxuyanî dan

DFG û MKG bi daxuyaniyên dane bertek nîşanî binçavkirina 2 rojnamegeran dan û wiha gotin: “Hewl didin rojnamegerên kurd bêdeng bikin, rojnamegerî ne sûc e .”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî serdagirtinên li Amedê û binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Ûsê daxuyanî da û wiha got: “Her çiqas sedema binçavkirinê ji hêla midûriyeta polîsan ve nehatine aşkerekirin jî em dizanin ku ev operasyon bi armanca krîmînalîzekirina pîşeya me hatiye kirin. Desthilata AKP-MHP’ê di salên dawî de zextên ser çapemeniyê zêde kirine teybetî jî her ku diçe tacîza darazê ya ser çapemeniya kurd zêdetir dike.

‘Rojnamegerî ne sûc e’

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku di demekî nêz de di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Asltan û rojnameger Erdogan Alayûmût hatine binçavkirin û ev tişt hatin gotin: “Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat li dadgeha ku hatin darizandin ji ber nûçeyên ku çêkirine û bi raya giştî re parvekirine hatin girtin û ew avêtin girtîgehê. Di ketina girtîgehê de li ser Esra Solîn Dalê lêgerîna tazî hat ferzkirin û hê jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

‘Dixwazin rojnamegerên kurd bêdeng bikin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin  ku di nava 2 salên dawî de herî kêm 40 kedkarên Çapemeniya Azad hatine girtin û wiha hat gotin: “Ev operasyon jî bi vê armancê pêk hatiye. Tê xwestin rojnamegerên kurd bêdeng bikin û nehêlin pîşeya xwe pêk bînin. Li gel hemû zext û êrişan jî rojnamegerên kurd dest ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedan û dê ji vir şûn de jî li ber xwe bidin. Bi boneya ji gel re heqîqet bê ragihandin û hevalên me yên rojnameger ji girtîgehê bên berdan têkoşîna me dê her bidome. Em ji bo di nava hevkariyeke mezin û berfireh de xwedî li rojnamegeriyê derkevin bang li hemû rêxistinên pîşeyî û hempîşeyên xwe yên rojnameger dikin! Rojnamegerî ne suc e. Rojnamegeran berdin!”

MKG

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku operasyonên bi hinceta xebatên rojnamegeriyê asteng bikin berdewam dikin û ev tişt hatin gotin: “Çapemeniya Azad dîsa bû hedefa operasyoneke nû ya binçavkirinê. Îro danê sibehê di serdegirtina malan de 2 rojnamegerên jin Nurcan Yalçin û Derya Us hatin binçavkirin. Her ku şer, xizanî, krîz û bêhiqûqî kûr dibe, rojnamegerên ku rastiyê radigihînin û dibin dengê gel hedef tên girtin. Em careke din tekez dikin ku em binçavkirina hevalên xwe yên rojnameger wekî astengiya ragihandina rastiyê dibînin.”

‘Em ê di ragihandina rastiyê de israr bikin’

Weke rojnamegerên jin em dest ji israra xwe ya gihandina rastiyan a ji raya giştî re bernadin û li hemberî zext û binçavkirinan, paşve gavê navêjin. Em bang dikin ku demildest Esra Solîn Dal a ku di rojên borî hatiye girtin û di lêgerîna tazî lê hatiye kirin,Nurcan Yalçin û Derya Us ên îro hatine binçavkirin, demildest werin berdan û em careke din dibêjin, “Rojnamegerî ne sûc e”.