3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Wê Evran di têkoşîna gelê kurd de bijî

DFG’ê ji bo kedkarê çapemeniya azad rojnamevan Seyît Evran ku ji ber nexwşiya dil jiyana xwe ji dest da ev tişt got: “Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê kurd da meşandin. Bîranîna wî wê di têkoşîna mezin a gelê kurd de bijî.”

Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger Seyît Evran ku bi nexweşiya dil ketibû û li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedawî didît di 22’yê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) der barê mirina Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Evran jiyana xwe kiriye oxira têkoşîna azadiya gelê kurd û wê bîranîna wî dê têkoşîna mezin a gelê kurd de bijî.

Tevahiya daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta rêhevalê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ê ku di 22’ê îlonê de ji ber nexweşiya dil koça dawî kiriye, wergirt. Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da meşandin. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir.

Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990’î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir. Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Seyît Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”