3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin

DFG’ê bertek nîşanî lêdan û gefxwarina li dijî rojnamevan Rohat Bulut hatiye kirin da û destnîşan kir ku ew ê bi rêya parêzerê xwe daxilî bûyerê bibin û giliyê wan kesên ku ev bêhiqûqî kirine, bikin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî lêdan û gefxwarina li dijî rojnamevan Rohat Bulut daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di 15’ê cotmehê de hin kesên xwe weke polîs dan nasîn rê li ber rojnamevan Bulut girtibûn û lêdabûn û gef lê xwaribûn. DFG’ê ev kiryar şermizar kir û banga xwedî lêderketina li rojnamevanan kir.

DFG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em bi xemgînî dibînin ku binpêkirina mafên rojnamegeran roj bi roj zêde dibin. Vê carê rêveberê me yê berê û endamê komeleya me Rohat Bulut kirin armanca xwe. Endamê me Bulut dema ku ji Mêrdîn vedigereya Amedê, polisên sivîl rêya wî birin û ew ewil darb kirin û piştre gef li wî xwarin. Heqaret li wî kirin.

Her dem dihat şopandin

Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bulut, tevî 16 rojnamevanan di 8’ê Hezîrana 2022’an de hat binçavkirin û piştî 8 roj şûnde hat girtin. Bulut piştî 13 mehan girtî ma, di danişîna yekemin de serbest hat berdan. Bulut piştî hat berdan, polîsan ew her tim şopand û tacîz kirin. Herî dawî şeva 15’ê Cotmehê dema ji Mêrdînê vedigeriya Amedê li nêzî istasyona radyolinke dema nokteya kontrole derbas kir û şûnde polîsên sivîl bi wesayitekî bêplaka hatin rê li pêşiya wî girtin û ew rawestandin. 3 kesên ku bi maşînê pêşiya Bûlût birîn xwe wekî polis pênase kirin û Bulut bi zorê ji maşîneyê derxistin. Dema Bulut xwest nasnameya wan 3 kesan bibîne, 3 kesên xwe wekî polis pênase kirin û heqaret li Bulut kirin. Hem heqaret kirin û tundiya fîzîkî bikar anîn û derb kirin. Bi porê Bulut girtin û ew ji maşînê daxistin û spartin maşînê. Dema Bulut ev helwesta wan irîraz kir polîsan got “Hûn xwe li pişt hiqûqê vedişêrin. Wisa nefikirin ku tişta hûn dikin dê ji were bimîne. Em her tim we dişopînin.”û gef xwarin.

Serî li TÎHV û ÎHD’ê da

Heval û hempîşeyê me Rohat piştî van heqaret, gef û tundiyê ji bo rewşa xwe bîne ziman û li mafê xwe bigere serî li Vakfa Mafên Mirovan (TİHV) û ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) da. Her wiha em jî wekî DFG’ê mudaxîlî mijarê dibin û em ê bi rêya parêzerê xwe serlêdana sû bikin.

Divê ew kes bên tesbîtkirin û cezakirin

Em dixwazin bê zanîn ku ev pêkanîn, aşkere gefa li dijî jiyana rojnamegerekî ye. Em, ji bo rojnameger di nava şert û mercên ewle û azad de kar û xebatên xwe bikin, tedikoşin. Lê ev ewlehiya rojnamegeran raste rast ji  aliyê peyvirdarên fermî yên dewletê dikevin talûkeyê. Erkdarên fermî yên dewletê gefan li vê yekê dixwin. Ev me dixe nava fikarên kûr. Li welatê ku kuştin, girtin, îşkence û revandina rojnamegeran lê pêş dikeve, bê guman ev pêkanîn fikarên me zêde dikin. Ji ber vê yeke em vê pêkanîna li dijî hempîşeyê xwe qebûl nakin. Em dixwazin erkdarên darazê bi lez têkevin nava lêgerînê. Em dixwazin bi lez van kesan tespit bikin û der barê wan de karê lêpirsînê bidin destpêkirin û wan ceza bikin.

Bang li rojnamegerên navneteweyî kirin

Dîsa em diyar dikin ku bi van kiryar û pêkanînan nikarin rojnamegeran bitirsînin. Em dizanin ku bi vê yekê  dixwazin rojnamegeran bitirsînin û ji qadê dûr bixin. Hevalê me Rohat Bulut berê jî bi dehan caran hat binçavkirin û girtin. Hat darizandin. Em dizanin ku dê hevalê me li dijî van pêkutiyan serî netewîne.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû hempîşeyên xwe û rêxistinên rojnamegeran ên navneteweyî dikin ku şêwirmendî û piştevaniyê xurt bikin. Dîsa em bang li saziyên demokratik dikin ku li rojnamegerên ku dibin denge wan xwedî derkevin. Em dixwazin hempişeyên me bi tenê nehêlin.”