Şerê di navbera Hamas û Israilê de ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, 8 meh û 13 roj derbas kir. Ji ber şer didome, her roj welatî tên qetilkirin. Têkildarî şerê di navbera Hemas û Israilê de Wezareta Tenduristiyê yê Filistinê agahî dan. Wezaretê anî ziman ku di 24 saetên dawî de li gelek herêmên Xezayê 9 komkujiyên cuda pêk hatin. Wezaretê da zanîn ku di van êrîşên hewayî de 83 welatiyên filistînî jiyana xwe ji dest dane û 105 filistînî jî birîndar bûne.
Ji şerê di 7’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir û heta niha 35 hezar û 386 welatî hatin kuştin û 79 hezar û 366 welatî jî birîndar bûn.