6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di 5 rojan de 5 hezar name gihîştin me’

Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di 1’ê Sibatê de kampanya “Ji Îmraliyê re 1000 name” dane destpêkirin. Di 5 rojan de 5000 hezar name hatin komkirin.

Endamê Meclîsa DEM Partiyê Maruf Çelikel têkildarî kampanya “Ji Îmraliyê re 1000 name” diyar kir ku israra tecrîdê israra şer e û ew  şer li dijî civakê ye û wiha got: “Ciwanên kurd êdî dixwazin li gel rêberê xwe azad bijîn.”

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên kurdan li 74 navendan hamleya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Di çarçoveya hamleye de li zêdetirî 160 navendan pirtûk û gotarên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Kampanya şandina 100 hezar kartpostal li welatên Ewropayê hat destpêkirin. Di 22’yê çileyê de ji 3 baskan ber bi bajarê Kolnê ve meşa dirêj a 25 rojan hat destpêkirin. Meşa dirêj a ber bi Kolnê ve didome. Dîsa di 1’ê Sibatê de li Qers û Wanê ji 2 baskan Meşa Mezin a Azadiyê bi tevlêbûna 75 kesan hat destpêkirin. Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. Nobeta Edaletê ku li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Îzmir, Stenbol, Mêrdîn û Êlihê hatiye destpêkirin bi biryarî didome. Gireva Birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane destpêkirin didome. Niha jî Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di çarçoveya hamleyê de kampanya “Ji Îmraliyê re 1000 name” dane destpêkirin. Di hefteyekî de nameyên ku ji Navenda Meclisa Ciwanên DEM Partiyê re hatin şandin 5 hezar derbas kir.

Kampanyaya şandina nameyan

Têkildarî kampanya nameyan Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Maruf Çelîkel agahî da rojnameya me. Maruf Demîrel, diyar kir ku Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di 1’ê Sibatê de kampanya “Ji Îmraliyê re 1000 name” dan destpêkirin û wiha got: “Pergala tecrîdek mutlaq heye. Bi vê tecrîdê hemû alav, amûr û rêyên ragihandinê ji ser Îmraliyê hatine qutkirin. Serdanên malbat û parêzeran tên astengkirin. Mafê bingehîn ên girtiyekî siyasî ji destên wî hatine girtin. Nikare sûdê ji mafê telefon, name, faks û amûrên ragihandinê bigire. Li ser hemû girtiyên siyasî tecrîdek giran heye. Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek pir pir giran heye.”

Çelîkel, destnîşan kir ku 3 sal in bi tu awayî tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha axivî: “Ev nişan dide ku êdî tecrîd kirine şewazê rêveberiya vî welatî. Tecrîd kirine pergala rêvebirinê. Pir aşkera ye ku desthilata AKP-MHP’ê hêza xwe ji rêvebirina polîtîkayên komkujî, înkar, tunekirin nirxên civaka vî welatî distîne. Dema em li pergala tecrîda 25 salan dinerin, li tu welatên cîhanê pergala tecrîdek wisa giran nehatiye dîtin. Tu girtiyên siyasî ew qas ji mafê xwe bêpar nemaye. Tu girtiyên siyasî ew qas têkiliya wan û cihana ji derve ji hev nehatiye qutkirin. Berê hin caran kêm be jî hin temasên fizîkî bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re pêk hat. Lê niha 3 sal in qutkirinek mutlaq heye. Bi rastî li hemberî vê rewşê ne pêkan e ku mirov nekeve nava fikaran. Rewşa tenduristiya Birêz Ocalan çi ye?  Ne diyar e. Êdî em ji rewşa tenduristiya wî dikevin fikaran.”

Israra tecrîdê israra şer e

Maruf Çelîkel, bibîr xist ku israra tecrîdê israra şer e û wiha lê zêde kir: “Israra tecrîdê israra şer e. Ev îqtîdar li dijî civakê şer dike. Di nava politikaya şer û tecrîdê de têkilî pir xurt e. Şer çiqas zêde bibe, tecrîd jî ew qas kûr dibe. Tecrîd çiqas kûr bibe şer ew qas zêde dibe. Herî zêde jin û ciwan dikevin bandora tecrîdê. Nebûna aştî û demokrasiyê herî zêde bandorê li ser ciwanan dike. Dixwaze ciwanan bi temamî îzole bikin.”

Dengê dijî tecrîdê bilindtir bikin 

Maruf Çelîkel, anî ziman ku ji bo civak bi hêz bibe divê Ocalan di aliye fizîkî de azad bibe û wiha pêde çû: “Divê demildest Birêz Ocalan bigihêje azadiya fizîkî. Ev ê civakê jî xurt bike.  Tu em tecrîdê neşikînin em nikarin hêzê bidin demokrasiyê jî. Em li dijî tecrîdê bêdeng bimînin, wê gavê em hêzê didin îqtîdarê. Ji ber vê yekê kesên tecrîdê tînin ziman, tên dorpêçkirin. Hewl dide kesên li dijî tecrîdê têdikoşe tecrîd bike û û civakê têxe nava tora xwe ya faşîzmê. Ji ber vê yekê divê li dijî tecrîdê her kes pir zêde dengê xwe bilind bike. Divê her kes li her derê tecrîdê teşîr bike.”

Kes û civak di tecrîdê de ne

Çelîkel, bal kişand ser armanca kampanyaya şandina nameyan û wiha domand: “Em wekî Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan ên li girtîgehan me dest bi vê kampanyayê kir. Me xwest bi vê kampanyayê bale bikişînin ser tecrîda li ser civakê. Em dixwazin li her derê bandora tecrîdê ya li ser jiyanê bînin ziman. Em balê dikişinin ser armanca polîtîkayên li ser civakê. Kes û civak di tecrîdê de ye. Lê çiqas di ferqa vê yekê de ye. Em dixwazin bi vê xebatê haydarbûnekê ava bikin. Her wiha em dixwazin li dijî pergala tecrîdê muxalefetek xurt ava bikin.”

‘Armanca me azadiya fîzîkî ye’

Çelikel, da zanîn ku kampanya wan di 1ê sibatê de dest pê kir û dê heta 16 sibatê berdewam bike û ev agahî dan: “Di çarçoveya kampanyayê de em li bajar û navçeyan xebatan dimeşînin. Di rojeva me de greva birçîbûnê û Nobeda Edaletê heye. Dîsa di rojeva me de salvegera Komploya Navdewletî heye. Em bi van rojevan dicivin. Li ser van rojevan em xebatên wekî film, felgefîlman temaşe dikin. Piştre di çarçoveya kampanyayê de nameyan dişinin. Li aliyê din Meşa Azadiyê didome. Em tev li meşê dibin. Armanca me ya bingehîn azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan e. Di çarçoveya kampanyayê de li bajaran bername tên lidarxistin û name tên şandin. Di nava 5  rojan de 5 hezar name gihîştin navenda meclisa me. Eleqeya jin û ciwanan pir zêde ye. Mirov di nameyan de hezkirin û bêrîkirina xwe ya ji bo Birêz Ocalan tînin ziman.Diyar dikin ku ne bi tenê ye. Ciwanên kurd êdî dixwazin li gel Rêberê xwe azad bijîn. Ji bo vê yekê têdikoşin. Kesên bi nameyên bi rêya forman li ser înternetê xwe digînin me, balê dikişinin ser girîngiya têkoşînê. Em carek din bang li hemû ciwanan dikin ku tev li kampanya şandina nameyan bibin. Em dixwazin hemû ciwan di bin baneyê meclise de kom bibin û xwe bi rêxistin bikin.”