12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin xirbeyên Xezayê de 60 cenaze hatin dîtin

Li gorî Teşkîlata Parastina Sivîl a Fîlîstînê, li Suçiyye ya li herêma rojhilat a Xezayê, dibin xirbeyan de nêzî 60 cenaze hatin dîtin.

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku operasyona ku 27’ê Hezîranê li Suçiyyeyê hatî destpêkirin, bi dawî bû. Di vê operasyonê de “8 tunel” hatin hilweşandin û “bi dehan kes” hatin kuştin. Xebatkarên rewşa lezgîn, niha li avahiyên hilweşiyayî li qurbanan digerin. Berdevkê parastina sivîl ragihand ku ji sedî 85 avahiyan zirareke cidî dîtine û diyar kir ku heta niha nêzî 60 cenaze dîtine.

Artêşa Îsraîlê li navenda bajarê Xezayê, “navenda UNRWA” operasyonên xwe didomîne. Îsraîl dibêje li vê navendê şervanên Hemasê hene. Li Başûrê bajêr jî şer û li rojava bomberdûman didomin.