6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di encama bombebaranê de agir bi çiyayê Metînayê ket

Balafirên artêşa tirk, Çiyayê Metînayê yê li Amêdiyê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li deverê şewatek mezin derket.

Li gorî nûçeya Roj Newsê; balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Metîna yê li bajaroka Amêdî ya ser bi Dihokê ve bombebaran kir.

Li gor heman zanyariyan ji ber bombebaranê agirek mezin bi eraziyê deverê ketiye û saziyên pewyendîdar ên Herêma Kurdistanê ti hewldanek ji bo vemirandina agir nakin.

Di rojên dawî de Tirkiye, êrişên xwe yên li ser Çiyayê Metînayê zêde kirine, gelek leşker, çekên giran û wesayîtên zirxî li gundên deverê bicih kirine. Rojane ji ber êrîşan, gundên li deverê vala dibin û wêran dibin. Li beramber vê jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bêdeng in.