Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta tirk, gundê Ceble El Hemra û Cib Mexzûm ê başûr rojavayê kantonê topbaran kirin û di encamê de agir bi zevî û darên zeytûnan ên her du gundan ketiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van salên dawî de her sal di dema mewsimê genim de di encama topebarana artêşa dewleta tirk de agir bi zeviyên xelkê herêmê dikeve û bi hezaran donim tên şewitandin.