4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di her kêliyeke Newroza Amedê de yek deng

Newroza 2022’yan a ku li 72 navendan hat pîrozkirin di 10’ê adarê de agirê wê hilbû. Ji 10 adarê ve li gelek bajar, navçe, gund û taxan Newroz hat pîrozkirin. Ji Başûr heta Rojava ji wir heta Rojhilat û bakûrê Kurdistanê Newroz ji aliyê girseyan ve li gel şert û mercên hewayê jî bi kelecaneke mezin hat pîrozkirin.

Li Wan, Cizîr, Êlih, Nisêbîn, Silopya, Colemerg, Stenbol û li gelek bajarên din bêguman tevlibûna Newrozê pir zêde bû û vê yekê jî jixwe rastiya fînala Newrozê ya Amedê diyar dikir. Li gel Newroza Akrê, Mexmûrê, binarê Qendîlê, Hewremanê bêgûman ya herî bi nav deng jî Newroza Amedê bû.

Gel herikî qada NewrozêJ

Ji gelek welatên wek Libnan, Urdûn, Misir, Tunis, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û ji gelek welatên Ewropayê jî mêvanên Newroza Amedê hebûn. Roja 21’ê Adarê serê şeveqê gel ber bi qada Newrozê ve herikîn. Ligel hewa sar hê serê şeveqê qefle bi qefle gel berê xwe da qada Newrozê. Di saetên serê sibê de diyar bû ku dê qada Newrozê bi mîlyonan tije bibe. Ji ber vê jî bi boneya ku pêşî li gel bê girtin polîsan astengî li ser astengiyan derxistin pêşiya gel. Çawa ku di 8’ê Adarê de bi saetean nehiştin ku korteja TJA’yê derbasî qada Îstasyonê bibe di Newroza Amedê de jî hê di asteke jortir de bi awayekî êrîşkar bariyer danîn pêşiya gel.

Li ber deriyan dan seknandin

Bi deh hezaran gel li noqteyên lêgerîna polîsan de hatin seknandin. Wisa xuya dikir ku dewletê biryar girtibû ku dê nehêlin gel derbasî qada Newrozê bibe. Ji ber vê yekê jî polîsan li noqteyên lêgerînê bi bêhna fireh û hêdî hêdî lêgerîn dikirin. Heta carinan hat wê astê ku bi awayekî kêfî perdeyên cihên lêgerînê wek ku tije be û lêgerîn lê tê kirin nîşan dan. Bi vî şeklî jî kirin ku gel bi saetan li ber deriyan bi sekinin de ku vegerin malên xwe. Heta li hin nokteyên lêgerînê ji ber ku gel bertek nîşan da dest bi sloganan kirin; polîsan bi TOMA’yan ava şîd avêt girseyê.

Gel bi biryar bû

Gel û bi taybetî jî ciwanan bi tu awayî ji ya xwe nehatin xwarê. Gel bi biryar bû ne hate tu provakasyonê, bi biryar bû ku dê cejna vejîna kurdan pîroz bikira. Ji ber vê yekê jî li hin noqteyan gel barikatên polîsan anîn xwarê û bi dirûşm, tililî û fitîkan herikîn qadê. Li ber hin deriyan jî heta dawiya saetên pîrozbahiya Newrozê nehiştin ku gel derbasî qadê bibe. Ji ber vê yekê jî gel di cihên ku mayî de govenda xwe gerandin, agirê xwe pêxistin û bi tu awayî berê xwe nedan malê.

Dirûşima ‘Bijî Serok Apo’

Di Newroza îsal de hem li bi dehan bajarên Kurdistanê hem jî bi taybetî li Amedê herî zêde dengê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibû. Bi awayekî vekirî ji zarok heta dayikan, ji ciwan heta jin û zarokan, hem li qadê hem jî li ber deriyên noqteyên lêgerînê li ser zimanê gel ev daxwaza azadiya Ocalan bilind bû. Bêguman di van Newrozên berê de jî azadiya Rêberê PKK’ê dihat xwestin lê di Newroza 2022’yan de ev yek hê bi biryartir  û bi dengekî bilindtir derkete holê. Hem ji aliyê mêvanên li ser dikê ve hem jî li her quncik, cih û govenda hatî girtin de dengê herî bilind daxwaza azadiya ji bo Ocalan bû. Mirov dikare bêje ku Newroza 2022’yan bi daxwaz û banga azadiya ji bo Ocalan derbas bû.

Sembola Newroza Amedê; Kûrkût

Kemal Kûrkûtê ku di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin êdî em dikarin bêjin ku yek ji sembola Newroza Amedê ye. Kûrkût her sal di Newrozê de tê bi bîranîn. Lê du hefte berê dadgehê ji bo kujerên Kemal Kurkut serbest berde, biryara ‘di çerçoveyeke qanûnî de hatiye kuştin’ dabû. Li ser vê biryara dadgehê di Newroza Amedê de wêneyê Kûrkût yekî mezin li qadê hatibû daleqandin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji bo biryara dadgeha wiha got: “Kesên ku Kemal qetilkirin, li eywanên dadgehê bêsûc hatin îlankirin. Sûcdar ev pergala faşist û nijadperest e. Hûnê hesab bidin gelê kurd. Di kesayeta Kemal Kûrkût de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim.”

Tevlibûna ciwanan

Yek ji tişta ku doh li qada Newroza Amedê bi awayekî beloqî derkete holê tevlibûna jin û xurtên ciwan ên ku wek ‘Nifşê Z’yê’ tên pênasekirin bû. Wek tê zanîn ku ev nifşê Z’yê  wek nifşekî ku her tiştî ser gohê xwe ve diavêje ango ji xwe re naxe derd, tê zanîn. Ger ev nifş wisa be jî di nav rastiya kurdan ango di nav ciwanên kurd de ev yek ne derbasdar e. Ji ber ku doh yên herî zêde hem li ber bariyerên polîsan hem jî li qadê yên herî zêde li ber xwe dayî ev ciwan bûn. Yên herî zêde bi cil û bergên kurdî tevlibûyî, govend girtî û yên azadî ji bo Ocalan dixwestin jî heman ciwan bûn. Li gel vê yekê jî li qadê ji wêneyên Qazî Mihemed heta ala Kurdistanê ji wir jî heta wêneyê Rêberê PKK’ê, ciwanan bilind kir.

Hemû kêliyên Newrozê û yek deng

Dema em li tevahiya Newroza 2022’yan meyze dikin bi taybetî jî ya li Amedê gel li dijî polîtîkayên qirkirin, tunnehesibandin û bêguman li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê û li ser civakê bi mîlyonan bûne yek. Dîmen, wêne, sekn, coş û hemû kêliyên Newrozê nîşan da ku dê bi tu awayî û bi tu polîtîkayî nekarî bin ziman, çand û hebûna kurdan tunne bihesibînin, bi tecrîda giran îradeya gel bişkînin. Kurt û kurmancî di her kêliyeke Newroza Amedê de dengek bilind bû ku ew jî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ gel daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.