3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di kurdî de kêmasiya wêjeya qerfî

Hunera qerf û henekan yek ji hunerên herî girîng a wêjeya gel û neteweyan e. Di nava civaka kurd de cihekî girîng ê vê hunerê heye û berê di civat û şevbêrkan de bi gelek şêweyan ev huner dihate vegotin. Bi rengê çîrok û çîvanokan, bi rengê lezgotin û mamikan û bi gelek şêweyên din di nava civaka kurdan ev huner hebû.

Wekî mînak di şevên sersalê de qirdikê sersalê hebû. Qirdikê sersalê rûyê xwe tenî dikir û cil û bergên ecêb li xwe dikir û bi kêf û henek û laqirdiyan li nava gund digeriya û ji wan re henek dikirin.

Bi demê re ew gaveke din bi pêş ket û wekî şano berdewam kir.

Ne tenê wiha di civat û sohbetên normal ên kurdan de jî ew cih didin qerf û henekan û bûyerên ku bi serê wan tên bi henekan tînin ziman. Heta carinan bûyerên herî bi êş jî dema ku tînin ziman carê di nav re qerf û henekan jî dikin.

Wekî mînak mirovek ber bi gundê xwe ve diçe û di rê de leşker wî disekinînin, ji ber ku bi erebî nizane gelekî lê didin û cil û bergên wî diperitînin dikin zîval zîvalî. Dema ew mirov diçe gundê xwe û gundî jê dipirsin dibêjin kuro ev çi bi te hatiye, tu dibê qey te ji devê kûçikan derxistine?

Mirovê gundî xwe perîşan nake û nabêje leşkeran li min daye lê hinekî toza li ser xwe dadiweşîne û wiha dibêje: Tiştek tune ye lo min û leşkeran li hev da. Dema wiha dibêje êdî gundî jî li şûna ku dilê xwe pê bişewtînin pê re dikenin û dibêjin; wele ji zîvalên te xuya dikin ku te bavê leşkeran şewitandiye.

Lê mixabin ji ber ku civat û şevbêrkên berê jî nemane ew di nava gel de jî kêm bûne.

Her wiha kêmasiya herî mezin ew e ku di warê nivîskî de ev beşê girîng ê wêjeyê gelekî kêm e.

Wekî mînak di nava hezarên pirtûkên kurdî ku her sal tên weşandin de mirov nikare çar pirtûkên ku guh didin vê hunerê bibîne. Her wiha di nava bi sedan kovarên kurdî de mirov nikare bi qasî hejmara tiliyên destekî kovarên qerf û henekan bibîne.

Hinek dikarin bêjin erê bavo ‘Qûna tazî tembûrê dixwazî’ û behsa rewşa ku kurd tê de ne bike. Bi rastî kurd di hemû dîroka de wekî ku dibêjin rojeke xweş ji xwe re nedîtine. Lê tevî hemû kul û derd û êşên giran mafê kurdan jî heye ku kêlîkekê ji xwe re bikenin.

Her wiha wekî min got ji xwe ji ber vê rewşa ku kurd tê de dijîn bi sedan mînakên qerfên ku di rewşên herî zor û zehmet ên jiyana xwe de jiyane hene.

Îro em wan mînakan herî zêde li Rojava dibînin. Di nava jiyana xwe ya rojane de tevî hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê, tevî êrîşên giran ên ji gelek aliyan ve, ew dikarin bi qerf û henekan hemû derd û kulên xwe bînin ziman.

Bi rastî di mijara kêmbûna hunera qerfî di warê nivîskî de, aliyekî din jî yê hêjayî lêpirsînê ye heye.

Di nava nivîskarên kurd de û heta radeyekê di nava civaka kurd de hişmendiyeke wiha bi pêş ketiye ku bi çavekî kêm li nivîskarê qerf û henekan dinêrin.

Li gorî texmîna min bi çavekî kêm li nivîskarê qerfî tê nêrîn. Wekî ku mirovekî ne cidî be, mirovekî beredayî be, mirovekî tewtewe be. Lewre nivîskar jî hinekî xwe ji vê qadê dûr dihêlin. Dibe ku ev yek ji sedemên kêmbûna nivîskarên qerfê be lê wekî min got ev mijar hêjayî lêpirsîn û lêkolîneke berfireh e. Bi hêviya rojên azad û kenê ji dil hêvî dikim ku nivîskarên me serê xwe hinekî li ser vê mijarê biêşînin û lêkolîn bikin.