17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha tebaxê de 30 jin hatin kuştin

Li gor daneyên ji çapemeniyê hatine komkirin di meha tebaxê de 30 jin hatine kuştin û 18 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine kuştin û 3 jin jî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû îdia kir ku kuştinên jinan her diçe kêm dibe û ev tişt got; ‘ Ji 30’ê tebaxa sala borî heta niha kuştinên jinan 194 bû û îsal jî 181 e. Yanî li gor heman demê ya sala borî ji sedî 7 kêmbûneke heye.’

Lê di rastiyê de di mehekê de herî kêm 30 jin tên kuştin. Li gorî çeteleya şîdetê di 2021’ê de 311 jin hatine kuştin. Di 8 mehên ewil ên 2022’yan de jî 236 jin hatine kuştin.

Vê mehê dîsa di encama polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê sûcên li hember jinan derketin asta jor. Sûcên êrîşa zayendî, şîdet, tecawizê yên li herêmê zêde bûn. Jina bi navê Fîrdevs Babat ya 17 salî ji aliyê cerdevan Ahmet Babat ve hat kuştin. Bi bûyerê re derket holê ku birayê Ahmet Babat Ramazan Babat jî tecawizê zarokekî kiriye. Piştî ku ev mijar bi rêya çapemeniya azad ket rojevê Ramazan Babat jî sûcê tecawizê hat girtin.

35 caran gilî kir

Li Bahçelîevler ya Stenbolê Beyza Dogan a 15 salî ji aliyê Selîm Tekîn ku tevî biryara parastinê hebû  ket malê û kuşt. Derket holê ku gumanbar çend caran Beyza revandiye û der barê wî de 35 gilîkirin hebûne.

Gumanbar bi rehetî direvin

Gumanbar bi rehetî ji Tirkiyeyê derdikevin û li welatan bi salan xwe vedişêrin. Gumanbar Can Emrah S. li Aksarayê şîdet li jina ku pê re zewicandî bû kir û zarokek jî îstîsmar kiribû li Gurcistanê hat girtin.  Li Dîlokê di 2012’an de gumanbar Abdullah û Mehmet Fatîh Aslan jê du jin 3 kes kuştibû 10 sal şûnde piştî ketina Tirkiyeyê hatin girtin. Li Îzmîrê mêrê gumanbar yê di 2016’an de tecawizê Sîbel Çelîk kir û kuşt, reviyabû Almanyayê. Ji aliyê Almanyayê ve bi hinceta ewlehiya canê wî tune ye nehat radestkirin lê bi hinceta tev li sûcê edlî bûye 6 sal şûnd radestê Tirkiyeyê hat kirin. Gumanbar hat girtin.

Parastina cewherî

Li navçeya Mudurnu jina bi navê S.A, li dijî mêrê bi navê A.A yê êrîşa zayendî pêk anîbû parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Gumanbar piştî dermankirinê hat binçavkirin.

Di meha tebaxê de 31 jin hatin kuştin

Di meha tebaxê de 30 jin hatine kuştin û 18 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine kuştin û 3 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin kuştin. 12 ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat kuştin. Gumanbarê 5 jinan jî nehatin tespîtkirin.

Bajarê herî zêde jin lê hatine kuştin vê mehê Îzmîr bû. Li Îzmîrê 5 li Konyayê 3 li Stenbolê 2, li Edenê 2, li Aydinê 2, li Çanakaleyê 2, li Sînopê jinek, li Dîlokê jinek, li Tekîrdagê jinek, li Balikesîrê jinek, li Artvînê jinek, li Zonguldakê jinek, li Mereşê jinek, li Antalyayê jinek, li Afyonkarahîsarê jinek, li Kîlîsê jinek, li Şirnexê jinek, li Enqereyê jinek, li Yozgatê jî jinek hat kuştin.