3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Okyanûsa Atlantîk de nêzî 300 penaberî winda ne

Di Okyanûsa Atlantîk de 3 botên zêdetirî 300 penaberî tê de bûn ku diçûn Giravên Kanarya, winda bûne

Ji 3 botên zêdeyî 300 penaberên ku dixwestin ji Senegalê ber bi Giravên Kanarya ve herin, tu xeber tune.

Li gorî nûçeya Reutersê, Berdevka rêxistina sîvîl a Spanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Dimeşin) Helena Maleno ragihand ku beriya 15 rojan 3 botên ku ji Senegalê diçûn Giravên Kanarya yên Spanyayê di Okyanûsa Atlantîk de winda bûne.

Helena Maleno diyar kir ku di yek ji botan de nêzî 200 penaber hebûn, her wiha di her du yên din de jî 65 penaber hebûn ku tê îdiakirin 15 roj berê ji peravên herêma Kafountine ya li başûrê Senegalê derketine.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2022’an de penaberên ku dema dixwestin xwe bigihînin Giravên Kanaryayê, 22 ji wan zarok herî kêm 559 penaber mirin. Li gorî Caminando Fronteras hejmara penaberên sala borî di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane hezar û 784 e.