3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di paleolîtîkê de agir û huner(lV)

Agir çawa ket jiyana me? Yan jî huner çawa bi pêş ket? Ev pirs hertim di hişê mirov de derbas dibe. Em di serdema paleotîkê de digihêjin bersivên van pirsan.

Me di sê beşên beriya vê de qonaxên serdema paleolîtîkê girîngî û taybetmendiyên wan û pêşketina çandê rasixt ber çavan. Her wiha dema em bi giştî û taybetiyên bingehîn ên çanda vê serdemê dinêrin, dibînin ku pêşketinên jiyanî yên mirovî derdikevin holê. Di serdema paleolîtîk de pêşketina çandî li aliyekê bi pêşketinên amûran ve û ji aliyê din ve jî xweza û guherînên avhewayê yên serdema cemedê ve girêdayî pêşket. Ev serdemeke wiha ye ku hêj hilberîn lê tune ye û ji ber vê yekê jî mirov her tim girêdayî xwezayê û weke cureyên sewalan jiyaye. Lê belê ji amûrên ku di vê serdemê de hatine dîtin û li gorî şîroveyên dîroknas, erdkolog û antropologan armanca bikaranîna wan û asta ramana çêkerên amûran, kapasîteya hizîrîna wan, şêwaza jiyan û jêhatîbûna wan, bi kurtasî çanda wan radixe ber çavan û vedibêje.

Mirovan amûrên vê serdemê bi giranî ji keviran çêkirine. Di destpêkê de kevirên ku bi şiklê xwe yê hişk û xwezayî bi kar dianîn, bi demê re xêz kirin û teşe danê. Dîsa di vê pêvajoyê de ji bilî amûrên kevirî, dar, hestî, qiloç, çerm û hwd. amûr jî ji madeyên xav yên cihê çêkirine. Her wiha dema ku em li aliyên mirovan ên civakîbûn, jiyana civakî û sazûmana malbatê dinêrin; dibînin ku koçberî li pêş e û wekî komên bi çûk li deverên belavbûyî jiyan e. Ev komên biçûk ji derdora 30 kesan pêk dihat û wekî kilan debara xwe bi nêçîr û komkirina nebatan dikirin. Xwarinên ku ji nêçîrê yan jî ji berhevkirinê bi destxistin di nav endamên komê de parve dikirin. Bi demê re parvekirina kar di navbera zayendan de dest pê dike. Ev jî nîşaneya pêşketina çanda parvekirin û komunal e. Mijareke girîng jî ew e ku di vê serdemê de ji ber zehmetiya peydakirina xwarinê û dijwariya şert û mercên  xwezayê, temenê mirov kurt e, bi navgînî derdora 20-25 sal e. Dema ku temendirêj nebe nifûs jî hêdî zêde dibe.

Destpêka hunerê

Dema ku huner tê gotin di hişê mirovan de wekî ku pêşketineke serdema nû ye derbas dibe. Lê belê di serdema paleotîkê de em dibînin ku ramana hunerî pêş ketiye. Di vê serdemê de di warê ramanî de astek heye. Di çarçoveya hunerê de û hin fîgurên ku li ser dîwarên şikeftan hatine xêzkirin, hin çalakî û berhemên wê serdemê ne. Bi her awayî, destpêka huner û hesta hunerî ya yekem di serdema paleolîtîk de ye. Nerînek gelemperî ye ku pêşveçûna rastîn a estetîk û hem jî pîroziyê di serdema Homo Sapîens de pêk hatiye.  Pêşketina vê hunerê ji aliyê hin derdoranwekî; “Hunera pêşdîrokî” yan jî “hunera pêşwext” tê binavkirin. Lê di bingeha xwe de ev pênaseya “pêşdîrok û pêşwet” nerast e. Lê em vê dibînin gelek hunerên ku pêş ketine ji ramanê vê serdemê hilberiye. Em dibînin ku di vê serdemê de hin berhemên herî kevn ên mirovan hene. Mînak, ji Afrîkaya serdema qonaxa navîn a paleolîtîkê karên xemilandî hene ku hin ji tiştên pêşîn ên hunerî ne.

Her wiha hin firaqên ku di vê serdemê de li Afrîkaya Başûr hatine dîtin digihêje sed hezar sal beriya niha. Dîsa rêzek şêlên şemalokên (şeytanok) qulkirî ku bi qasî 75 hezar sal berê hatine çêkirin berhemên hunerî yên vê serdemê têne hesibandin. Her wiha mirov dikare bêje berhemên hunerî yên herî naskirî ew tabloyên mezin ên ji xêzên sewalan pêk tê ku di şikeftên vê serdema paleolîtîkê de hatine xêzkirine. Li parzemîna Ewropayê, bi sedan tabloyên şikeftan ên serdema Paleolotîka Jorîn (38.000-12.000) hatine dîtin. Di derbarê armanca hunera ku di wê demê de hatî çêkirin de gelek teorî hatine pêşketine, ya herî pejirandî ev e ku huner dibe ku beşek ji rîtuelên olî bû ku serkeftina nêçîrê misoger bike. Her çend peyker, tabloyên şikeftan û tabloyên zinaran ên 40 hezar sal berê hatine dîtin jî wateya van xebatan bi tevahî nayê zanîn. Di heman demê de nêzîkî 25 hezar sal beriya zayînê peykerên biçûk ên ku wekî fîgurên Venûsê yên bi sîng û zikê mezin têne zanîn, li deverên cihêreng ên cîhanê, nemaze li Ewropayê hatine çêkirin hatine dîtin. Venûsa navdar a Willendorf ku li Avusturyayê hatiye dîtin jî yek ji wan e.

Kişf û bikaranîna agir

Wekî tê zanîn agir di jiyana mirovan de cihekî herî girîng e. Lewma jî kontrolkirina agir, xalên herî girîng ên serdema paleolîtîkê ye û mirov dikare bêje xala kişfa herî girîng a sereke ye. Ji ber ku agir hem di jiyana madî û hem jî di jiyana manewî ya mirovan de xwedî cihekî pir girîng e û cihekî bêhempa ye. Lê belê îcada agir, kontrolkirina wî û hînbûna bikaranîna wî jî weke kişfeke ku cara pêşî ji aliyê Homo Erectus ve 500 hezar sal berê hatiye kirin, tê qebûlkirin. Agir jiyana mirovan diguher e û ber bi rêveçûneke din dike. Tê texmînkirin ku yekem teknîka pêxistina agir; di hevdana perçeyên daran de yan jî li hevxistina kevirên arbeş hatiye kişfkirin.

Dema em bala xwe didinê bi saya agir mirovan xwerinên xwe pijandine û ev rê li ber pêşketina çanda xwerinê ya mirovahiyê vekiriye. Ev yek jî di warê tenduristî û pergala mehandina xwerinê de risteke sereke lîstiye. Heke agir nehatina dîtin û kişfkirin dê rewş çawa bûya? Bêguman dê gelekî zehmet bûya û ev qonaxa heyî ya ku em têde ne ji bo mirovahiyê pêş neketina. Ji hêla din ve, ne zehmet e ku mirov texmîn bike ku ew adet, kevneşopî û çanda bav û akalan a herî kevn a kombûna li dora agirê li devera stargehê ji wê demê ve ji me re mîrate maye. Ew çanda kombûna li derdora agir bi demê re raman, civakbûyîn û bawerî jî pêş xistiye. Lewre jî agir ji bo civakê gelekî pîroze. Bi taybetî jî ew civaka ku di wateyê de kûr dibe bi hûrgulî girîngî û pîroziya agir radixe ber çavan.

Agir ji aliyê baweriyên mîtolojîk û olî ve jî xwedî cihekî girîng e. Ne tenê di warê hêsankirina şert û mercên jiyanî yên mirov û civakî di heman demê de hêmayekî herî bi nirx ê xweza û gerdûnê ye. Heta bikaranîna agir a berfireh di jiyana mirovan de, herêmek ku lê bandor neke, nemabû. Bi kurt û kurmancî kedîkirina agir di her warî de di jiyan û pêşketina mirovan de cih û rolek girîng girtiye.