21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di pîrozkirina serkeftina Erdogan de çeteyan 30 kes birîndar kirin

Li herêmên di bin destê dewleta tirk û çeteyan de ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de, gule barandin û di encamê de 30 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa ANHA’yê, duh li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê yên bajarê Efrînê, çeteyan ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de ketober gule teqandin. Di encamê de bi giştî 25 kes birîndar bûn.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê jî ragihand ku li bajarê Ezazê li nêzî Firina Zera 2 kes, li kampa Secoyê jî jinek birîndar bû, her wiha diyar kir ku li Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku gule heta serê vê sibehê jî hatin avêtin. Çavkaniyên din jî diyar kirin ku duh li taxa Mehmûdiyê zarokek bi guleyên çeteyan hatiye qetilkirin.