19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 58’an de 8 cenaze ji bin kavilan hatin derxistin

Li taxên Armûtlû û Gazî yên navçeya Defneyê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin.

Di ser erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn re 58 roj derbas bûn. Tevî bi dawîkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên hikûmeta AKP û MHP’ê jî di roja 58’an a erdhejê de li taxên Armûtlû û Gaziyê yên navçeya Defne ya Hatayê 8 cenaze ji bin kavilan hatin derxistin.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, di apartmana Mehmet Akbay a li taxa Armûtlûyê de cenazeyê welatiyê bi navê Şefîk ku paşnavî wî nehat hînbûn hatiye derxistin. Dîsa ji heman taxê cenazeyê jina bi navê Zelîf Karataş jî ji bin kavilên avahiyekê hatiye derxistin.

Di xebatên rakirina kavilan ên li taxa Gaziyê de jî ji avahiyeke kevn 6 cenaze hatine derxistin. Hate hînbûn ku ev cenaze yên penaberên Sûriyeyî ne.

Hate diyarkirin ku li her du taxan jî hê di bin kavilan de cenaze hene.