Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinê der barê şerê ku 319 roj in didome agahî dan. Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku êrîşên Îsraîlê didomin û di 24 saetên dawî de li Xezayê 34 mirov hatine kuştin û 114 filistinî jî birîndar bûn.
Di 7’ê Cotmeha 2023’an de di navbera Hemas û Îsraîlê de şer derket. Piştî şer êrîşên li ser Xezayê zêde bûn. Li gorî daneyên wezaretê di şerê 319 rojan de 40 hezar û 173 kes mirin. Di şer de 92 hezar û 857 kes jî birîndar bûne.