17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijberên xwe ceza dikin

Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen têkildarî bernedana girtiyan anî ziman ku dewlet kesên li dijî desthilatiya xwe talûke dibîne, ceza dike lê kesên sucê edlî dikin serbest berdide

Di salên dawî de bi sedan girtiyên ku cezayê wan qediya ne û zêdeyî 30 salin girtî ne, nayên berdan. Girtî carekê ji aliyê dadgehê ve hatin cezakirin, niha jî ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan ve tên cezakirin. Dadgehê piştî carekê girtî ceza kirin vê carê erka cezakirinê dewrî Lijneyên Çavdêriyê ya Girtîgehan hatiye kirin. Lijneya Çavdêriyê ku hêz û fermanê ji hikûmetê digire, li gorî ferman û daxwazên hikûmetê tev digere û kesên siyaseta muxalif dike, wan dubare ceza dike.

Têkildarî hiqûqa li Tirkiyeyê û neberdana girtiyên siyasî Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Bîlen ji rojnameya me re nirxandinên girîng kir. Prz. Bîlen ewil bal kişand ser koka (Etimolojî) peyva “hikuk”ê û wiha got: “Koka peyvê ji  “heq” tê. Di olên yek xweda de tê wateya “rab”. Ango serweriya xwedayê mutlaq. Di koka peyvê de jî serwerî û serdestî heye. Netew-Dewlet jî qada hiqûqê ji bo xwe wekî qada parastinê û avakirina serdestiyê dibînin. Li van girtîgehan jî rewşeke wisa heye.”

Prz. Bîlen, destnîşan kir ku di salên dawî de bi guhertina zagonên efoyê girtiyên edlî serbest têne berdan, lê girtiyên siyasî ku 30 salan girtî mane û cezayê wan qediya ye jî dîsa nayên berdan. Bîlen, anî ziman ku kesên ji “Sûcê li dijî serdestiya dewletê” hatine girtin, li gel cezayê wan qediya ye jî dîsa nayên berdan û wiha axivî: “Desthilat, kesên li dijî serwerdiya dewletê ceza li wan hatiye birîn, ji bo wan ceza bike, hiqûqa xwe binpê dikin. Hiqûqa xwe nas nakin. Desthilat li şûna heq û edaletê pêş bixe, bingeha serdestî û heza xwe ava dike. Dixwaze vê hêzê ji bo serwerdiya xwe bike firsend.”

Hiqûqê xezp dikin

Hevseroka OHD’ê Esra Bîlen, têkildarî helwesta AYM’ê ya li dijî biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya girtîghan jî axivî û wiha berdewam kir: “Di rastiyê de Lijneyên Çavdêrî û îdarî yên girtîgehan li dijî hiqûqê ne. Tu saziyên îdarî nikarin mafê azadiya kesekî-ê ji destê wan bigirin. Kesek tenê dikare bi rêya dadgeh/darazê bê binçavkirin û girtin. Lê niha hikûmetê erkek pir fireh daye Lijneya Çavdêrî û Îdariyê. Navê vê yekê di hiqûqa îdarî de xezp e. Îdarî erka darazê ji destê wê digire û li şûna darazê biryarê dide.

Hevseroka OHD’ê Bîlen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 5 sal in li Girtîgeha Sîlîvrîyê di hucreya yek kesî de dimîne û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê mixabin li gorî qanûnan cezayekî wisa heye. Li Tirkiyeyê cezayê muebeta giran heye. Li gorî qanûna înfazê kesên cezayê muebeta giran girtine, divê li gorî qanûnê di yek hucreyê de bên girtin. Lê girtî Soydan Akay ne girtiyekî ku cezayê giran lê hatiye birîn.

Serlêdan bê bersîv dimînin

Bîlen, daxuyand ku ji ber sedemên jorîn girtina Akay a di hucreya yek kesî de ne li gorî qanûn û hiqûqê ye û wiha dirêj kir: “Girtina wî ya di hucreya yek kesî de îşkence ye. Bi vê yekê qedexeya îşkenceyê binpê dike. Berê me gelek caran têkildarî vê mijarê serî li AYM’ê da. Lê mixabin heta niha serlêdanên me bê bersîv û biryar mane.”

Prz. Bîlen, li ser kesên nehatine berdan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê Wezareta Dadê daneyên girtiyan parve nake. Ji ber vê yekê em nizanin berdana çend girtiyên siyasî hatine asteng kirin. Erka ji bo Lijneya Çavdêriyê di sala 2020’an de di serdema şewba vîrûsê de bi lez kirin zagon. Ji bo girtiyên niha 30 salin girtîne neyên berdan di serdema şewba vîrûsa corona de bi lez ev zagon amade kirin. Ji bo berdana van girtiyan asteng bikin zagonên li dijî hiqûqê ava kirin.”

Hevseroka OHD’ê Bîlen têkildarî tenduristiya Soydan Akay jî agahî dan û ev tişt got: “Di sala 2018’an de der barê Soydan Akay de teşhîsa pençeşêra prostatê kirin. Dîsa nexweşiyên romatizma, Hepatit B û nexweşiya dil pêre heye. Ji ber şewba vîrûsê gelek caran dermankirina wî asteng kirin. Di aliyê tenduristiyê de gelek mafê wî hat binpêkirin.”

Ji ber poşman nebûye dîl digirin

Bîlen anî ziman ku diviya bû Akay di 11’ê tebaxa 2023’an de bihata berdan, lê nehat berdan û wiha berdewam kir: “Piştî 30 salên wî qediya diviya bû ew serbest berdana. Lê dîsa bernedan. Li ruxmê ne girtiyê cezayê muebeta giran e jî 5 sal in di hucreyê de digirin. 5 salin hevdîtinên wî û parêzeran dixin qeydan. 5 salin pir çavdêriya wî dikin û dişopînin. Di raporê de biryara “Hat dîtin ku ji rêxistina terorê ku bûye sedema suc qut nebûye” dan. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Di rewşek wisa de divê der barê hemû rêveberiyên girtîghan de lêpirsîn bê vekirin.

Hevseroka OHD’ê Esra Bîlen li ser sedemên neberdana girtiyan jî rawestiya û wiha got. “Dema der barê rêveberiya girtîgehê de lêpirsîn neyê vekirin û girtî 5 salan di tecrîda giran de bê girtîn; Wê demê mafê wî yê zagonî yê ragihandinê tê binpêkirin. Pirtûkên di kontrola girtîgehê re derbas dibin û didin wî, dikin sedema taloqkirina înfazê. Li gel ku hin cezayê wî nehatibin tekezkirin jî vê yekê krîminalîze dikin û dikin hinceta taloqkirina înfaza Soydan. Sedema ku 5 salin parêzerên Soydan Akay asteng dikin, agahiyên îstîxbarî yên bê bingeh û vala ne. Li gel ku me bi dehan caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da jî der barê Akay de biryar nedan û serlêdanên me bê bersîv hiştin.

Me serî li AYM’ê da

Hevseroka OHD’ê Esra Bîlen herî dawî destnîşan kir ku 5 salin ji ber agahiyên îstîxbarî Soydan Akay ceza dikin û wiha got: ‘Hincetên me diyar kir nîşan didin ku mafê azadiya girtiyên 30 salî ku înfaza wan temam bûy ji destê wan tê girtin. Me têkildarî vê mijarê serî li AYM’ê da. Em li benda encama wê ne. Di rastiyê de dadgeh di darizandinekê de nikare agahiyê îstîxbarî bi tena serê xwe bike hinceta ceza. Lê der barê Akay de 5 sal in li dijî hiqûqê tev digerin. Me bi dehan caran li dijî vê biryara dijhiqûqî serî li AYM’ê da. Lê 5 salin dadgehê hêj bersîv nedaye me”