3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilşa Alkan: Em dixwazin hemû dayik bibin yek

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qetiya ye û nayên berdan, ji bo xizmên wan ên girtî serbest bên berdan li Amed, Wan û Îzmirê çalakiyên xwe yên Nobeda Edaletê berdewam bikin. Malbatên li Amedê hem li derve daxuyaniyan didin çapemeniyê û hem û serdana partiyên siyasî dikin û dixwazin ku partiyên siyasî têkevin nava tevgerê. Li Îzmirdê jî li Baroya Îzmirê nobetê digirin.

Li Wanê jî çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş 91 rojin li Baroya Wanê didome. Li Wanê Dilşa Alkan ji bo hevjînê xwe Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye, Aslihan Tîmûr ji bo kurê xwe Botan Tîmûr ê li heman girtîgehê girtî ye û gelek malbatên din jî tev li çalakiyê dibin. Her roj sendîka, partî, komele û gelek rêxistinên civakî diçin serdana malbatan û piştgiriya xwe tînin ziman. Herî dawî rêveber û endamên Platforma Şaxan KESK’ê ya Wanê çûn serdana malbatan û piştgiriya xwe anîn ziman.

‘An derman nadin, an jî dereng didin wan’

Têkildarî armanca çalakiyê û daxwazên malbatan Dilşa Alkan ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan nêzî 4 sal in girtî ye agahî dan. Alkan, diyar kir ku hevjînê wê Îbrahîm û zavayê wê Nacî girtî ne û wiha got: “Îbrahîm nêzî 4 salin girtî ye. 7 sal  û 6 meh ceza lê birîne. Heta niha nexweşiyên dil, tansiyon, şekir, kolesterol û gelek nexweşiyên din pêre hene. Raporên wê jî hene. Bi rêk û pêk wî nabin neweşxaneyê. Dema wî dibin nexweşxaneyê jî derman muayine nakin û derman nadin wî. An jî derman dereng didin wî. Rewşa wî qet nebaş e. Dema ewil dibirin nexweşxaneyê dixistin qarantînayê. Lê çend mehên dawî wan naxin qarantînayê.”

‘Rojnameya kurdî nadin girtiyan’  

Dilşa Alkan, bal kişand ser zextên din ên li dijî girtiyan û wiha axivî: “Zext li ser wan pir in. Li aliyekî bi rêk û pêk dermanê wan nadin wan, li aliyê din avê kêm didin wan. Gelek pirsgirêkên wan hene. Rojnameya kurdî nadin girtiyan. Girtî tenê qanalê dewletê dikarin temaşe bikin. Nikarin qanalê kurdî temaşe bikin.”

Alkan, anî ziman ku ji bo  hevjînê wê Îbrahîn serbest bê berdan, parêzer serî li serdozgeriyê daye, lê dozgeriyê serlêdana wan red kiriye û wiha berdewam kir: “Parêzerê me serî li serdozgeriyê da, lê dozger daxwazname qebûl nekir. Heta niha zêdeyî 3 meh in em nobedê digirin. Em her tim daxwazên xwe tînin ziman. Lê daxwazên me li ber çavan nagirin. Em ji bo edaletê rûdinên. Em edaletê dixwazin. Lê li Tirkiyeyê edalet nemaye. Her tim HDP tê serdana me, piştgiriyê didin me. Lê partiyên din nehatine dîtina me.”

Dilşa Alkan, li ser xebatên xwe yên pêşerojê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Em di nava xwe de ji bo xebatên siberojê axivîn. Me got em ê êdî biçin pardiyên din. Daxwazên xwe bi partiyên din re parve bikin. Em ji hemû partiyan dixwazin ku ji bo edaletê gavan bavêjin. Em dixwazin hemû partî li mafê me xwedî derkevin. Em aştî û azadiyê dixwazin.”

Dilşa Alkan, herî dawî bang li malbatên din jî kir û wiha got: “Em dixwazin hemû malbat bibin yek. Girtiyên gelek malbatan hene. Em dixwazin hemû malbatên girtiyan bibin yek. Em hemû bi hevre bin. Em dixwazin dayikên hemû girtiyan bibin yek.”