2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dînê kund

Riza Uyar

Dergevanê dêrê dinihêre ku her rojên xwedê, kundek tê li ser xaça dêrê zîrç dike û diçe. Dibêje ez ê vî kundî biceribînim, ka ji kîjan dînî ye. Diçe hinekî goştê devê û qedehek şerab tîne û li ber xaçê datîne. Û li benda kund disekine. Dinihêre ku kund hat, ewilî goştê devê xwar û şeraba xwe jî bi ser de vexwar. Dîsa çû, bi ser xaça dêrê de zîrç kir û çû. Dergevan dibêje heke tu cihû bûya, te yê goştê devê nexwara. Na heke tu misilman bûya, te yê şerabê venexwara û heke tu fileh bûya jî te yê bi xaçê dêrê de zîrç nekiriba.

Hey min di dînê te de mîsto. Tu ji xaça me çi dixwazî, hey kundê kor?