19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka dengdayînê ya derveyî welat diyar bû

YSK’ê ji bo dengdayîna li derveyî welat ku dê di 27’ê nîsanê de dest pê bike, nûnertî û dîrok eşkere kir.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dîroka dengdayîna hilbijartinên serokkomarî û giştî yên 14’ê Gulanê yên derveyî welat eşkere kir. YSK’ê da zanîn ku dê li 74 welat û 177 nûnertiyan deng were dayîn û dê karûbarê dengdayînê heta 9’ê gulanê bidome.

Dengdayîna li nûnertiyên derve dê di dîrokên ji bo wê nûnertiyê hatin diyarkirin de, di nava hefteyê de û saet di navbera 09.00 û 21.00’an de be. Li bajarên girêdayî konsolosxaneyan jî dê deng li gorî saeta herêmê saet di navbera 09.00 û 18.00’an de bên dayîn. Her wiha hilbijêr dikarin li nûnertiyên hatine diyarkirin an jî li deriyê gumrikê dengê xwe bidin. Ji bo van karûbaran jî hewcehî bi girtina randevûyê nîne.

Heke hilbijartina serokkomariyê ji bo tura duyemîn bimîne jî hilbijêr dikarin di navbera 20-24’ê gulanê de dengê xwe bidin.