2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Tirkiyeyê bûye dîroka  qirkirinê

DEM Partiyê û TJA’yê beriya danişîna aktivîsta TJA’yê Sumeyya Gok daxuyanî dan û diyar kirin ku dîroka Tirkiye bûye dîroka qirkirin û cezakirinê.

Di 4’ê kanûna 2021’an de li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê Tahîr Guven di êrişekî çekdarî de hate kuştin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de 24 kes hatin binçavkirin. Piştî Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Suleyman Soylû hedef nîşan da, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Mîraç Dînç hatin girtin. Dozgerî bi îdiayên “Kuştina bi plankirî”, “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê” xwest Gok û Dînç bi cezayê muebetê werin cezakirin. Danişîna dozê têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin dê di 17’ê gulanê de were lidarxistin.

Aktîvistên TJA û DEM Partiyê beriya danişînê li pêşiya Rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê xwest daxuyaniyê bidin. Polîs bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiyê heye, destûr neda daxuyaniyê. Bi ser vê yekê aktîvîstên TJA’yê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî rewşê dan û di baxçeyê avahiyê DEM partiyê daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên navçe û navenda Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Dorşîn Gok ne bi tenê ye” û “Vîn û têkoşîna jinan nayê darizandin” hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk daxuyanî da û ev tişt gotin: “Desthilata ku nikare vîna gelê kurd, ciwan û jinan bi zextan biçewisîne, serî li operasyonaên siyasî û dozên kompasê dide. Dîrok rizgariya Tirkiyeyê, bûye dîroka darizandin û qirkirinên siyasî û dozên kompasê. Yek ji van dozan jî doza kompasê ya aktîvîsta Sumeyye Gokê ye. Bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn ê demê Suleyman Soylû, aktorên siyaseta demokratîk wek faîlên bûyerê hatin hedefnîşandan.”

Nûrcan, diyar kir ku di lêkolîna ATK’ê kiriye de derket holê ku qeyda deng ne aîdê Gok’ê ye û axaftina xwe wiha domand: “Darizandin heya roja me ya îro bi delîlekî tenê hatiye domandin. Di lêkolîna qeyda deng a bêhiqûqî hatiye kirin de, hat tespîtkirin ku qeyda deng ji bo lêkolînê ne guncav e.” Alturk da zanîn ku ew vê dozê wek “kompas” pênase dikin, da zanîn ku ew li pêşberî raya giştî dozê careke din teşhîr kirine û wiha derbirî: “Ev dozekî kompasê ya hatiya plankirî ye. Ya ku di vê dozê de tê darizandin têkoşîna jinan e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên  “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.