6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê dawî li êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê êrîşa dewleta tirk a li Eyn Îsayê şermezar kir û xwest, dawî li êrîş û dagirkeriyê bê anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh a li navçeya Eyn Îsayê ku di encamê de 3 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn, şermezar kir.

Rêveberiyê di daxuyaniyê ku da de ev tişt ragihand: “Dewleta dirk siyasetên xwe yên dijminane û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên siyaseta guhertina demografîk didomîne. Sûcên wê piranî dikevin xana sûcên şer û dermirovî. Bi van sûcan dewleta tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî bê deng e. Binpêkirinên mafan ên dewleta tirk a dagirker li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û dermirovî ne û divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelê herêmê rabin û dagirkeriya tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin da ku ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere.”