16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê hemû partiyên kurdan bibin yek

Siyasetmedarê kurd Elî Oremarî anî ziman ku kurd li çar parçeyê Kurdistanê hişyar bûne û xwest êdî hemû rêveberiyên kurdan piştgiriyê bidin hev.

Siyasetmedarê kurd Elî Oremarî ku li Duhokê dijî li ser rewşa siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê pirsên rojnameger Kakshar Oremar bersivand. Oremarî ziman ku li çar parçeyê Kurdistanê dijmin ji bo meseleya kurdî naxwazin kurd bibin xwedî nasnameyek siyasî û naxwazin bibin xwedî statu.

Oremarî anî ziman ku bandora dijminê kurdan li ser Başûrê Kurdistanê jî heye û wiha axivî: “Li Başûrê  Kurdistanê hêzên siyasî bêdeng in. Heta niha ji bo hilbijartinê 4 dem hatin diyarkirin. Lê mixabin di van çar deman de jî hilbijartin pêk nehat. Niha di nava hikûmeta başûr de qeyranek mezin heye. Niha ji bo hilbijartinan di gera pêncemîn de ye. Ji bo qeyran bi dawî bibe divê hilbijartin pêk bê û parlamento ava bike. Dîsa divê li başûr destûrek bingehîn bê avakirin. Êdî hemû gelê kurd dixwaze ku hikûmeteke xizmetê ji parçeyên din re jî dike bê avakirin. Hemû kurd dixwazin çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Divê em wisa stratejiyekê ava bikin ku li kîderê kurd êşîyan hemû kurd lê xwedî derkevin û hemû kurd pê biêşin. Em hêvî dikin ku em parlamentoyek nû xurt ava bikin.”

Elî Oremar pirsa Kakshar Oremar a li ser rewşa parçeyên din bersivand û wiha berdewam kir: “Em hevî dikin ku her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin. Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeran şerekî mezin da. Lê niha  di bin êrîşên Tirkiyeyê de ye. Lê îro kurd hem li Rojava û hem jî li Rojhilat hişyar bûne. Ev hişyarî dihêle ku di her kêliyê de li Rojhilat serhildan pêş bikevin. Dijmine kurdan çi rejîma Esad, çi rejîma Komara Îslamî ya Îranê û çi Rejîma Iraqê hemû ferasetên wan ên li dijî kurdan yek in. Hemû dewlet xwedî ferasetek kûr û kevnar in. Daxwazin Kurdistan bibe yek parçe û xwe bi rêve bibin. Yên ku van qonaxa parçebûn û dijberiya li hemberî hev derbas bike, hişyariya kurdan û hişyariya tevgerek partiyên kurdan in. Divê hemû partiyên kurdan û rêxistinên kurdan li dora yek stratejiye kom bibin ku karibin bibin hêz û van polîtîka û planên dewletan pûç bikin.”

Oremar anî ziman ku hem li başûrê  Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê du statu hene û wiha bi dawî kir: “Her yek xwedî Statuyek e. Lê aliyê wan ên siyasî, aborî û dîplomasî li pêş wan asteng in. Divê di milê aborî, siyasî û diplomasiyê de piştgiriyê bidin hev.”