18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê li Meletiyê guherîneke mezin çêbibe’

Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ku bi mehan e li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk li gund, navçe û navenda Meletiyê dixebitin bi lêv kirin ku divê li Meletiyê guherîneke mezin çêbibe û bang li gel kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomîne. Li gorî dosyaya ku nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Mahmût Altintaş ji çavdêriyên xwe yên hilbijartinan ên ku li Meletiyê amade kiriye, bi hezaran dilxwazên ji bo Partiya Çepên Kesk li qadan dixebitin. Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girtibûn, piştî ku Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) maseya krîzê ava kirin, gelek dilxwaz herikîn Meletiyê û tev li xebatên alîkariyê bûn. Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ku bi mehan ji bo mexdûrên erdhejê li qadan xebitîn, niha jî ji bo Partiya Çepên Kesk li gund, navçe û navenda Meletiyê xebatên hilbijartinê dimeşînin.

Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ên li Meletiyê bi lêv kirin ku Partiya Çepên Kesk siberoja azadî û demokrasiyê ye û ji ber vê jî ew tev li xebatên hilbijartinê bûne û bang li gelê Meletiyê kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Bila xwedî li rûmeta xwe derkevin’

Şakir Şîmşek ku mehek e bênavber li gund, tax, navçe û navenda bajarê Meletiyê beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bûye, diyar kir ku ji bo hilbijartinê dest ji karê xwe berdaye û tev li xebatên hilbijartinê bûye. Şîmşek anî ziman ku her diçe ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin û wiha got: “Di van hilbijartinan de pêwîst e li Meletiyê parlamenterekê/î Partiya Çepên Kesk biçe meclisê, ji ber vê jî ez beşdarî xebatên hilbijartinê bûm. Pêwîst e gelê me her tiştî bibîne. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadan e û alîkariya gel dike. Ji bo vê jî partiya ku hemû pirsgirêkên Meletiyê çareser bike Partiya Çepên Kesk e. Partiyên pergalê Meletî qedandin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin, rûmet û şerefa xwe biparêzin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

‘Partiya Çepên Kesk hêvî ye

Însaf Aktaş jî da zanîn ku ji ber ku mala wan di erdheja 6’ê Sibatê de xisareke mezin dîtiye ji Meletiyê koçî Îzmîrê kirine, lê ji bo tev li xebatên hilbijartinê bibe vegeriyayê Meletiyê û ev tişt gotin: “Di erdhejê de gel mexdûr bû. Di erdhejê de gelek kes alîkarî negirtin, hikûmetê alîkarî da alîgirên xwe. Ev hemû meseleyeke însanî ye. Li cihên ku em lê digerin, em dibînin ku di nav gel de li dijî desthilatê bêzarbûneke mezin heye. Mirov dibêjin êdî bes e, guherînê dixwazin. Ji ber vê yekê jî em pir bi hêvî û bi kelecan in. Hemû partiyên sîstemê li berjewendiyên xwe difikirin, lewma yekane rêya çareseriyê Partiya Çepên Kesk e. Banga min ji raya giştî re ev e: Kesên nû biceribînin, Partiya Çepên Kesk hêvî ye.”

‘Roj dê li Meletiyê jî hilê’

Hatûn Aydin ku li Meletî dikandariyê dike, bi lêv kir ku her çend dikana wê di erdhejê de zirar dîtibe jî, ji ber hilbijartinê beşdarî xebatên Partiya Çepên Kesk bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi hevî ne ku Partiya Çepên Kesk dê ji Meletiyê namzetekî bişîne meclisê û roj dê li vir jî hilê. Em xebatên hilbijartinê li gundan dikin, ji gel re behsa Partiya Çepên Kesk dikin. Em ji gel re dibêjin ku Partiya Çepên Kesk, siberoja jin, zarok û ciwanan e. Ji ber wê jî banga min li gelê Meletiyê ev e ku êdî bes e, em di bin kavilan de man lê ji bilî Partiya Çepên Kesk tu kesî alîkariya me nekir. Ji ber vê yekê jî tenê Partiya Çepên kesk dikare pirsgirêkên gelê Meletiyê çareser bike.”

‘Ji bo civakeke azad em bi rê ketin’

Nazim Bayram diyar kir ku ji sala 2013’an û vir ve tev li xebatên hilbijartinê dibe û got ku ew piştî erdhejê weke dilxwaz tev li Koordînasyona Krizê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bûye û niha jî ji bo Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de bi ser bikevê tev li xebatên hilbijartinê bûye. Bayram bal kişand ser tenêhiştina mexdûrên erdhejê yên Meletiyê û axaftina xwe wiha domand: “Di nava civakê de guherandinek heye. Desthilata AKP’ê ku 20 sal in desthilat e, piştî 2015’an bi taybetî kurd, tahde li guherînxwazan kir. Lê em li dijî van zext û tundiyan ranawestiyan û bi hemû hêza xwe li dijî van zextan sekinîn. Ji ber ku ev civak wan heq nake. Ked, azadî û rêveberiyeke demokratîk heq dike. Em ji bo civakek demokratîk û azad bi rê ketin. Îro li Meletiyê eleqeyeke mezin ji bo Partiya Çepên Kesk heye, tu car ew eleqa li Meletiyê tune bû, lê îsal heye. Partiya Çepên Kesk hêviyê dide gelê Meletiyê. Em jî li Meletiyê hevîdar in. Armanca me ew e ku ji bo siberoja zarokên xwe demokrasî û azadiyê bînin vî welatî. Em ji gelê Meletiyê re jî dibêjin ku heke hûn guherandinê dixwazin deng bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku navnîşana guherandin û veguherandinê Partiya Çepên Kesk e.