4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê tevdîrên pêwîst bên girtin’

Baroya û OHD’a Wanê raporek têkildarî herêmên erdhejê amade kirin. Di raporê hat gotin ku hilweşandin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye

Parêzerên endamên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê li bajarên ku erdhejê lê çêbû lêkolînan kirin û çavdêrî û tespîtên ku kirin wek raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Ji bo eşkerekirina raporê li Ewyana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîn hat lidarxistin û gelek parêzer, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û hevserokên OHD’a Wanê tev li civînê bûn. Hevserokê OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek û Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber raporê xwendin.

Saziyên navborî di rapora xwe de bal kişandin ser çavdêrî û tespîtên ku kirine û destnîşan kirin ku dewlet li herêmên erdhejê bi derengî çûye hawara xelkê û hilweşandina mezin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber xemsariyên çêbûn divê berpirsiyar bên darizandin û ji bo felaketek wiha dîsa çênebe divê tevdîrên pêwîst bên girtin.