3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaletîka Jiyanê

Şiyar Elwendî

Mifteya çareseriya pirsgirêka kurd jî ji vir diyar e. Mirovên bi sinc û polîtîk aliyên wan diyar in. Rewş çi dibe bila bibe doza gelê xwe û mafê mirovên xwe diparêzin. Di xeta neteweya demokratîk de ji bo avakirina civaka xwe û parastina gelê xwe lêhûrbûneke lazim e.

Weke tê zanîn diyaletîka jiyanê herikbar e, sekn lê tuneye. Her çiqas bêsekn be jî bi qasî pêşketinê hinek rêberdanê (sapma) jî di nav xwede dihewîne. Ji ber vê rêçav di jiyanê de girîng e. Divê ku rêçav dem û cih li ber çav bigire. Pêdiviyên jiyanê çi ne, çi asteng e, nakokî xwe çawa derdixe holê û wê çareserî çi be? Sentezek wê bi çi rengî bersivê bide yan jî ji pirsgirêkên civakî re çawa bibe bersiv û hwd.

Di vir de rêbaz jî girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî; gelek rê û rêbaz hene û rastiyê di xwede dihewînin. Ji van rêbazan yek jê jî tespîtkirina pirsgirêkê ye. Em pirsgirêkên heyî û pirsgirêkên çekêr weke pirsgirêkên ku desthilatê derxistiye dibînin. Nakokiya sereke jî di navbera desthilatdarî û civakê de dimîne.

Divê mirov pergala desthilatdariya dugelê ji dîroka dugelê heta roja me ya îro bigire dest û li ser nîqaş bike. Lê ev mijareke dinê ye. Em giraniya xwe bidin ser pirsgirêkên xwe yên civakî û rêbazên çawaniya avakirina pirsgirêkê û çareseriyê biafirînin. Ji bo vê divê rêbaz û nêzîkatiya me ya çareserkirina pirsgirêkan gelemperî be. Lewre bingeha pirsgirêkên me civakî ne. Ji ber vê divê em pirsgirêkên xwe yên civakî bi awayekî dîrokî û sosyolojîk bigirin dest. Ji bo vê Rêbertî digot, ‘Ya ku çareser dibe dîrok e, ne kêlî ye û civak e, ne kes e’. Yanî di vir de divê mirov pirsgirêkên şexsî yan jî takekesî li gorî sosyolojiya civak û dîrokê bigire dest.

Bombebarankirin kêm nebû

Welat di bin mêtîngeriyê de ye, mêtingerî ji aliyê leşkerî ve welatê me dagir kiriye. Bi demê re bi gelemperî di sedsaliya dawîn (sedsaliya Lozanê) de bi şer û pişavtinê xwestiye ji hêla xwe (tirk-îslam) ve şexseyita kurd bihelîne û tune bike. Bi amûrên şerê taybet û psîkolojîk bênavber siyaseta înkar û îmhayê didomîne.

Heke mirov bi awayekî şênbertir bibêje, li hemberî şervanên azadiyê biçekên kîmyewî êrîş kêm nebûne. Li hemberî van êrîşan bi şerê tunelan berxwedaneke bêhampa bênavber didome. Li hemberî Rojava, Şengal û Mexmûrê bombebarankirin kêm nebûye. Siyasetmedarên kurd hê jî bi awayekî bêhiqûqî zindanîkirî ne. Vîna gelê kurd bi rêya qeyûman hatiye xespkirin. Li ser Rêbertî tecrîdeke tundî didome.

Sekna rewşenbîrî û pêşegiya civakê

Niha li gorî derûniya polîtîk a civakê, gava êrîş li civakekê bibe, divê civak û rêvebir, sazî û rewşenbîr nakokiyên xwe yên navxweyî bidine aliyekî û li hemberî êrîşên leşkerî, siyasî, aborî yan jî propagandaya rejîma şerê taybet sekneke netewperwerî derxîne pêş. Lê em mêze dikin ku yên ji xwe re dibêjin, ‘em demokrat, şoreşger, liberal in û hwd.’ weke ku li welatekî azad û demokratîk dijîn tevdigerin û seknek ji rêzê û ji heqîqetê dûr nîşanî êrîşên dijmin didin. Lê di demên wiha de divê ku bi sekneke rewşenbîrî pêşengiya civakê bê kirin. Yên li hemberî mêtînger û dagirkeran bi mehan e di şert û mercên herî zor de ji bo rûmeta kurd û Kurdistanê berxwedanê bi pêş dixin hene. Ji ber vê jî divê ku rewşenbîr cihê xwe bi awayekî zelal diyar bikin.

Divê sekna me bi awayekî şênber diyar be. Heke sekna te ne Kurdistanî be, tu alîgirê dagirker û mêtîngeran î. Ev tespîteke objektîf e. Rewşa li welat diyar e, hewceyê ku mirov di wir de bibe û di vir de bîne nake. Lewre kesên îro jiyana xwe ji dest didin keç û xortên kurd in.  Sekna ku bêtavîz li Îmraliyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve tê nişandan zelal e. Ji ber vê sedemê nifteya çareseriya pirsgirêka kurd jî ji vir diyar e. Mirovên bi sinc û polîtîk aliyên wan diyar in. Rewş çi dibe bila bibe doza gelê xwe û mafê mirovên xwe diparêzin. Di xeta neteweya demokratîk de ji bo avakirina civaka xwe û parastina gelê xwe lêhûrbûneke lazim e.

Dijberîhevbûna nakokiyan

Di sedsala Lozanê de divê kurd di dahûrandinên jeopolîk û stratejîk afirîner bin. Desthilata faşîst niha din av qeyranekê de ye. Bi medyaya alîgirê xwe li dijî Tevgera Azadiyê bi propagandeyek kirêt şerekî taybet û derûnî dimeşîne. Hilbijartina dawîn de jî diyar bû ku civak bûye dualî. Îslama siyasî ne serkeftî ye û di nav qeyrana aborî û siyasî de dijî. Di aliyê dîplomasiyê de jî tengijiye. Li derve jî alîgirên wê zêde nemane. Di hilbijartinê de diyar bû ku xwe bi çî hîleyî li desthilatê dihêle. Di vê mijarê de gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Niha rewşeke nû derketiye holê û divê li gorî vê rewşê em jî ji bo berwendiyên gelê xwe û Kurdistana azad xebat bikin.

Lewre nakokiyên esasî ji holê ranebûne. Hevsengiyê hê nequlibiye aliyê mirovahiyê. Di vê der barê de rewş bixetere ye. Em nikarin weke mirovên azad tevbigerin. Gel û mirov hê bindest in. Em tu carî nabin koleye faris, ereb û tirkan. Ji bo vê divê ku diyalektîka jiyana mirovê kurd li ser esasê van nakokiyan bê lêkolînkirin. Di naveroka nakokiyan de dijberîhevbûn heye. Hevdu temamkirin û sentez jî çêdibe. Lê pirsgirêkên civaka kurd, civak û mirov, mirov û mirov çi dibe bila bibe divê ne dijberî hev bin. Hevdû temamkirin, barhilgirtin û barêhevdû sivikkirin pêwîst e.