16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê ya li dijî biryara "binpêkirina mafan" ya der barê 13 parlamenterên HDP'ê de ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ye, red kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8’ê Mijdara 2022’an de li ser serlêdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên HDP’ê ku ji ber parêzbendiya wan hatibûn rakirin û piştî binçavkirinê hatibûn girtin, biryar da.

Di sala 2016’an de parêzbendiya parlamenteran hatibû rakirin. Dadgehê biryar da ku wekîlên HDP’ê yên girtî bi awayekî nehiqûqî hatine binçavkirin, girtina wan bi awayekî bêhiqûqî dewam kiriye, mafê wan ê îfadekirin û hilbijartinê û hatiye binpêkirin û xala 18’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Dadgehê ji bo zirara manevî jî 184 hezar û 600 euro ceza da Tirkiyeyê.

Li ser vê yekê Tirkiyeyê îtîrazî biryara DMME’yê kir. Daîreya Mezin a DMME’yê serlêdanê nirxand û îtîraza Tirkiyeyê red kir. Bi vê biryarê re biryara der barê Tirkiyeyê de teqez bû.