4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît û Tirkiyê mehkûm kir

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît û Tirkiye mehkûm kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê têkildarî serlêdana Yuksekdag û Demîrtaş biryara xwe da. Li gorî nûçeya Euronews’ê; DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye.

DMME’yê biryar da ku di mijara pêvajoyên îtîrazên hiqûqa navxweyî de mafê Yuksekdag û Demîrtaş hatiye binpêkirin. DMME’yê di biryara xwe de got ku Yuksekdag û Demîrtaş bi sedema di hiqûqa navxweyî de mafê îtîrazeke bibandor jê re nehatiye dayîn, serlêdan kirine.

Hat ragihandin ku Yuksedag û Demîrtaş ji ber rewşa “rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzeran re dişopînin û belgeyên parêzer tînin desteser dikin” bi gilî ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevdîrên behsa xeberê di çarçoveya biryarnameyeke piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an de ketine meriyetê û wiha hat gotin: “Serlêder, bingeha xwe ji fikraya 4’emîn (mafê bi lez lêkolînkirina rewşa girtî ya li gorî hiqûqê) a xala 5’emîn a Peymanê, digire.”