3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dor bi dor gef li baroyên herêmê tên xwarin

Piştî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, ef li Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hûlakû hatin xwarin. Hûlakû der barê mijarê de wiha got: “Hilbijartin nêzîk dibe îhtîmaleke mezin ji bo wê zextan dikin.”

Li ser medyaya dîjîtal gef li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatibûn xwarin. Piştî vê ji aliyê hesaba twîtterê @arifdogan1923 ve gef li Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku û malbata wî jî hatin xwarin.

Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hûlakû der barê gefxwarinê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, diyar kir ku tu hesabên wî yên medyaya dîjîtal nîn in, wêneyê wî yê ser rewşa wî ya whatsappê hatiye parvekirin. Hûlakû diyar kir ku agahiyên wî û malbata wî hatine parvekirin û anî ziman ku nizane ku çawa xwe gihandine agahiyên wan ên takekesî. Hûlakû gefên li ser hev hatine xwarin weke “polîtîkaya çavtirsandinê” nirxand.

Zext ji bo hilbijartinê ne

Hûlakû got ku “Hilbijartin nêzîk dibe îhtîmaleke mezin ji bo wê zextan dikin” û destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê vê rewşÊ bêcezatî ye. Hûlakû bi lêv kir ku dewleta ku kesekî ji Ewropayê jî parvekirinekê dike li ser navnîşanê IP’yê dibîne kesên gefan li wan dixwe nabîne û bal kişand ku ev kes tên parastin.