19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Kiryarên dadgehê pêkanînên 12’ê Îlonê bibîr tîne

Danişîna 11’emîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. 22 jê girtî 108 kes ji dozê tên darizandin. Parlamenterên HDP, CHP’ê û parêzvanên mafê mirovan, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û hin siyasetmedar jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. Şahidê nav aşkereyî yê dozê Kerem Gokalp di dorpêça polîsan de anîn eywana danişînê û hin parlamenterên AKP’ê jî tevli danişînê bûn.

Parêzeran xwest biaxivin lê serokê dadgehê destûr neda ku parêzer biaxivin û bi vî awayî danişînê bi rageşî dest pê kir. Der barê parêzer Cîhan Aydin, Kenan Maçoglu û Cahît Kirkazak ku bertek nîşanî serokê dadgehê dan girtek hat girtin. Parêzeran got di Roja Parastinê ya Cîhanê de wê wiha parastinê bikin û helwesta dadger rexne kirin.

Tevî îtirazên parêzeran jî serokê dadgehê xwest îfadeyên îtîrafkarê PKK’ê Kerem Gokalp bigire. Li ser berteka parêzeran serokê dadgehê destûra axaftina parêzer Kenan Maçoglu da. Maçoglu destnîşan kir ku serokê dadgehê rageşiyek nehewce diafirîne. Serokê dadgerhê li nexweşiya îtîrafkar Gokalp pirsî. Îtîrafkar got nexweşiya wî nîne. Li ser vê yekê dadger biryara redkirina îtîrazên parêzeran da.

Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku serokê dadgehê danişînê provoke dike. Serokê dadgehê axaftina Aydin di nîvî de birî.

Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel jî roja hemû parêzeran pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir. Tuncel destnîşan kir ku heke li welatekî polîs zêdetir bin li wî welatî azadî tune ye. Tuncel destnîşan kir ku serokê dadgehê dixwaze civakeke xwepêşandanî biafirîne û ew ê qet neyên lîstikên dadgehê.

Tuncel anî ziman ku vê Dadgeha Enqereyê di şexsê siyasetmedaran de gelê kurd û dostên wan didiarizîne. Her wiha dema ew li vê dadgehê dinêrin darizandin û kiryarên 12’ê Îlonê tên ber çavên wan û li vir destûr nayê dayîn ku parêzer parastineke adilane bikin. Tuncel got dadger darizandinê proveke dike.

Siyasetmedar Dîlek Yagli, Ayla Akat Ata jî axivîn û behsa binpêkirina darizandina adilane kirin.