3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin

Siyasetmedar Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de wiha got: “Gelê kurd dixwaze xwe bi xwe birêve bibe. Daxwaza me Komara Demokratîk e. Hûn zextê li me dikin. Ev daxwaz û axaftina wê maf e.”

Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel berdewam dike. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Komîsyona Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenter, parêzerên Bûroya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan tev li danişînê bûn.

‘Avanekırına yekıtıyê mafê tayînkırına qedera xwe bandor kır’

Di parastina xwe de Tuncel dîroka serhildanên gelê kurd ên di serdema Osmaniyan de û demên piştre vegot. Tuncel, got: “Kurdan yekitiya xwe ava nekirin û vê jî her tim bandor li ser mafê wan ê tayînkirina qedera xwe kir. Ev rewş di dema xwe de ji hêla împaratoriyên Safevî û Osmanî, niha jî ji hêla Tirkiyeyê ve hate bikaranîn. Osmaniyan, di serdema têkçûnê de kurd weke amûrekê li dijî Rojava bi kar anîn. Tirkiye jî niha heman tiştan dike.

Di serdema Abdulhamîtê 2’yemîn de navendîbûn û ol hatin bikaranîn. Ev polîtîka li dijî ermen û kurdan hate bikaranîn. Hewl dan rê li ber yekitiya wan bigirin. Bi Alayên Hamîdiyeyê jî xwestin yekitiya kurdan tune bikin, dijminatiya di navbera wan de zêde bikin û berê wan bidin hev. Ev yekîne ji sûniyan pêk dihatin û xwestin berê kurdên elewî-sunî bidin hev. Heman polîtîka îro ji hêla AKP ve tê domandin. Îro jî hewl didin ziman û hebûna kurdan ji holê rakin.

Kurdan dı şerê yekemîn ê cîhanê de bedelekî gıran dan

Kurdên di nava Cemiyeta Îttîhat û Terakkî de cih digirtin, demek piştre ji hêla neteweperestên tirk ve hatin tesfiyekirin. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jî kurdan li kêleka gelên din şer kir. Yek ji wan gelan e ku rastî qirkirinê hat. Kurdan bedelekî giran da. Erdnîgariya Kurdistanê veguherî qada şer. Li gorî nîşeyên Mehmet Emîn Zekî Beg, gelek yekîneyên di şer de cih digirtin kurd bûn. Her wiha kurdên bi dilsoziya wan bi rêberên kurdan re heyî jî bi dilxwazî tev li şer bûn. Kurd ne tenê di şer de hatin kuştin, her wiha ji birçan û sermayê jî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kurd piştî şer ji hêla rûs û osmaniyan ve ji xaka xwe hatin sirgûnkirin. Armanc ew bû ku ji hev parçe bibin. Çavkaniyên dîrokî dibêjin ku 700 hezar kurd hatin sirgûnkirin. Gelemperiya wan di rêyên koçberiyê de mirin.

Kevneşopıya bı hezaran salan ma bı têrî dewletbûnê nake?

Hêj şer neqediyayî, Rêgezên Wîlson hatin weşandin. Tê de mafê diyarkirina qedera xwe ya gelan heye. Vê jî bala gelan kişand. Ne tenê kurd gelek gelên bêdewlet hene. Bêyî dewlet jî dibe lê me xweseriya demokratîk pêşniyar kir. Gelek dewlet hene lê pirsgirêka bi dawî nabin. Çepgirên Tirkiyeyê gelek caran qala ‘tayînkirina qedera xwe ya gelan’ dikin. Lê dema kurd vê dibêjin, bi dabeşkariyê tên sûcdarkirin. Çima? Ma em jî gel nînin? Em xwedî kevneşopiyeke bi hezaran salan e, zimanê me heye, axa me heye, ma ev besî dewletê nakin?

Daxwaza me komara demokratîk e

Di hemû serhildanên serdema Komarê de kurdan xwestin rêyekê bo xwe bibînin. Ev jî nîşan dide ku kurdan her tim xwestine xwe bi xwe birêve bibin û ew bi xwe qedera xwe diyar bikin. Li her çar parçeyan jî daxwaza kurdan ev e. Em dixwazin xwe bi xwe birêve bibin. Hûn me tawanbar dikikn, ber bi îdamê ve dibin ku niha cezayê îdamê nîne lê hûn cezayê muebbetê dixwazin. Bixwazin û hûn dikarin bidin. Daxwaza me komareke demokratîk e û ji dewletê re dibêjin werin em biaxivin. Lê hûn zextê dikin û cezayan didin. Daxwaz û axaftin maf e.

Faşîzma reş a tırk

Niha jî faşîzma reş a tirk a salên 90’î li kurdan tê kirin. Bi zîhniyeta Hîtler tevdigere û hewl dide kurdan tune bike. Dixwazin kurdan asîmîle bikin û tesfiye bikin. Di hedefa vê zîhniyetê de qirkirin heye. Dixwazin hebûn û îradeya siyasî ya kurdan tune bikin. AKP li keştiya MHP’ê siwar bûye û ber bi kendalî ve diçe. Em çima li vê dadgehê tên darizandin, ma ji ber twîtekê ye? Tu kes ji vê gotinê bawer nake. Gotineke vala ye. Em ji ber pirsgirêkên nehatine çareserkirin û rastiya dîrokî li vir tên darizandin.”

Şandeyê navber da danişînê.